ROJEVA 20’Ê HEZÎRANA 2025’AN 2025-06-20 09:00:06 *Zêdetirî 35 sal in navçeya Elbakê ya Wanê hêştir tên xwedîkirin. Ji kesên hêştiran xwedî dike Cem Aybar diyar kir ku avhewaya sar û hişk ji bo xwedîkirina hêştiran baş e û hêştirên bipûrt dikarin di her avhewayê de bijîn.  * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê bal kişandin ser bandora neyînî ya şerê Îsraîl-Îranê ya li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo çareseriyê banga avêtina gavên lezgîn li dewletê kirin.     *Hurşe Gurdal ku di şerê zêdetirî 50 salan de kur û hevjînê xwe winda kir, bertek nîşanî operasyonên tevî pêvajoyê jî tên kirin da û got: “Her ku em dibêjin aştî ew di şer de israr dikin. Êdî bes e, bilav vî şerî bidin sekinandin û ji bo aştiyê gav biavêjin.”    * Kader Akgul ku kurê wê Alî Hasan Akgul ji bo daxwazên xwe di greva birçîbûnê ya domdar de ye, got: “Bila her kes li dijî girtîgehên bi tîpa bîrê derkeve û bibin dengê zarokên me.”    *  Di dema lêgerîna li qawîşan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê de pirtûkên girtiyê nexweş Civan Boltan hatin desteserkirin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 11 roj cezayê hucreyê lê hate birîn.    * Rojnameger Amed Dîcle bal kişand ser şerê Îran-Îsraîlê û got: “Jehrkuja netewe dewleta li Rojhilata Navîn, neteweya demokratîk e. Heke Kurd, Azerî, Faris, Belyuc, Şîe û Ereb bixwazin li Rojhilata Navîn perspektîfa neteweya demokratîk cîbicî bikin, zemîna vê Îran e.”    * Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî ku bi îdiaya endamtiya PKK’ê ya xwe fesixkirî 7 sal cezayê hefsê lê hate birîn, got: “Madem dê aştî çêbibe wê demê çima hêj niha jî siyasetmedar bi îdiaya endamtiyê tên cezakirin?”    * Welatiyên Amedê destnîşan kirin ku zêdetirî 6 meh in pêvajoyek hatiye destpêkirin lê îktîdarê hêj jî gavekî şênber neavêtiye û gotin: “Êdî dema me tune ye. Heke wiha bidome dê şerê Îsraîl-Îranê belavî vir jî bibe.”    * Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê bi rojeva yekitiya jinên Kurd 3’yemîn Konferansa Jinên Kurd li dar bixe.    * Mamosteyê bi navê Sadun Vural, li dibistaneke amadehî ya Silopiyayê di dîrokên cuda de tacîza zayendî li 6 xwendekaran kir. Tevî ku vî şexsî ev sûc li pey hev kiriye jî salek piştre hate berdan. Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî tenê ev kes ji peywirê dûr xist.    * Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dê têkildarî rojnamegera girtî Perîhan Sevda Erkilinç li Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bide. (11.00)   * Bi boneya salvegera karesata şewatê ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, dê li gundê Kelekê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê merasîma bîranînê bê lidarxistin. (11.00)   * Li navçeya Licê ya Amedê dê li dijî mirinên biguman ên jin û zarokan meş were lidarxistin. (12.00)    * Rehan Bayik ku duh wefat kir, dê li gundê Aşagi Çakmak ê navçeya Kebanê bê definkirin. (13.00-15.00)   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê biçin serdana TÎHV, TTB û KESK’ê. (14.00-16.00)