Zextên li Rojhilat zêde bûn: Binçavkirin û qedexeya înternetê 2025-06-23 10:12:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi şerê Îsraîl û Îranê re zextên li ser gelê rojhilatê Kurdistanê jî zêde bûn. Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin.    Piştî êrişa Îsraîlê ya di 13’ê Hezîranê de li dijî Îranê, zextên li ser gelê rojhilatê Kurdistanê jî zêde bûn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, di serî de bajarê Urmiyeyê, li gelek bajaran rojnamegerên Kurd hatin binçavkirin. Hêzên rejîmê cihê rojnameger lê tên ragirtin ji malbatan re nabêje û têkildarî tawanbariyan jî tu agahiyan parve nake.    Malbat û xelkê herêmê di nava berxwedaneke mezin de ne û dixwazin ku ev rewş tavilê bi dawî bibe.    Hat ragihand ku li seranserî Îranê înternet bi temamî hatiye qedexekirin û der heqê kesên bi kar tînin de jî bi îdiaya “sîxûrtiyê” lêpirsîn tê destpêkirin.