‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’ 2025-06-25 10:01:31 COLEMÊRG - Eşref Aker ku hevjîna wî Felem Aker yek ji girtiyên nexweş e, diyar kir ku divê astengiyên li dijî girtiyên nexweş bên rakirin û got: “Îktîdar, girtiyên nexweş weke gefekê bi kar tîne. Bi vê helwestê dê pêvajo çawa bidome?"   Felem Aker, di 14’ê Tebaxa 2020’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Felem Aker piştî girtina 6 mehan, hat berdan. Piştî du sal li ser tehliyeya wê re derbas bû, cezayê wê yê 6 sal û 3 mehan hate erêkirin û dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.    NEXWEŞIYÊN FELEM AKERÊ   Felem Aker, di Kanûna 2024’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê operasyona kîsikê zirav derbas kir, piştî 12 rojan hêj tedawiya wê xelas nebûbû ku birin girtîgehê. Felem Aker, di girtîgehê de bi dehan car krîza astimê derbas kir, piştî kişandina fîlmên radyolojîk û patalojîk, bijîşk diyar kiribû ku rewşa wê xeter e û divê tedawî bibe lêbelê nehate tedawîkirin.    Hat zanîn ku Felem Aker ji ber kêmbûna oksîjenê di laşê wê de, dil, mêjî û gelek organên jiyanî neyînî jê bandor bûne. Rexmê giraniya nexweşiya Felem Akarê ku divê midexileya lezgîn lê bihata kirin, lêbelê xebatkarên tenduristiyê jê re gotine ev dêrûnî ye û nexweşiya wê paşguh kirine.   Hevjînê Felem Akerê, Eşref Aker diyar kir ku hevjîna wî ji  ber ku siyasetmedar e, dixwazin ceza bikin. Aker, destnîşan kir ku nexweşiyên hevjîna wî di girtigehê de zêde bûne û hevjîna wî bêhn nastîne.    Aker, diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet û hiqûq nîne û wijdan jî tê binpêkirin û wiha axivî: “Ger edalet, hiqûq û wijdan hebûya girtiyên siyasî rojekî di girtîgehê de nediman. Nexasim cihê girtiyê nexweş ne girtîgeh in, mala wan e. Ji bo tedawiya tenduristî divê bên berdan. Ger tenduristî nebe jiyanek bi rêk û pêk nabe. Tenê sûcê me Kurdbûn e? Tu ol zordariyê qebûl nake. Tiştek ji destê me nayê. Ma ji bo serbest bê berdan divê cenazeyê wê derbikeve? Bes e êdî, sebra me nema ye.”    ‘DESTHILAT GIRTIYÊN NEXWEŞ WEK GEFEKÊ BIKAR TÎNE’   Aker, diyar kir ku rexmê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî desthilatê hêj gav neavêtiye û got: “Girtiyên nexweş ên ku desthilatê ew dîl girtiye, weke gefê tên bikaranîn. Bi vê helwestê ve dê pêvajo çawa bidome? Ger bixwazin em ji vê pêvajoyê bawer bikin, divê di gava ewil de girtiyên nexweş berdin.”   Aker, bangî raya giştî kir ku beşdarî xebatên têkoşîna azadiya girtiyên nexweş bibin.