Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje 2025-06-25 11:34:29   ÊLIH - Kazim Ekîncî ku bavê wî Şemsettîn Ekîncî piştî 30 salan hatibû berdan û 6 meh piştre jiyana xwe ji dest dabû, got: “Bavê min jiyana xwe ji dest da, bila yên din sax derkevin. Heke îktîdar jidil be, bila tavilê girtiyên nexweş tehliye bike.”   Şemsettîn Ekîncî (70) ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê dihat ragirtin û di 26’ê Çileya 2025’an de piştî 30 salan hate berdan, di 12’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Ekîncî, di Çileya sala 2017’an de ji ber xitimîna demarên mejiyê xwe krîza dil derbas kiribû û piştî dermanê xwînê ron dike dîsa şandibû girtîgehê. Di sala 2018'an de li qawîşê rewşa wî giran bûbû û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê û xwîn çû ser mejiyê wî. Aliyê çepê yê Ekîncî felc bû û nedikariya rabe ser pêyan. Tevî ku gelek caran Ekîncî birin Saziya Tipa Edlî (ATK) jî der heqê wî de her tim rapora “nikare li girtîgehê bi tenê bimîne” hate dayin.    Ji ber ku ji navtengê şûnde felc bûbû, her tim li ser pişta xwe bû lewma di herêma genîtal a laşê wî de birîn çêbûn, nedikariya biçe destavê lewma torbeyê destavê pê ve hate girêdan. Neçar ma ku jiyana xwe bi vî awayî bidomîne. Ji bo tedawiya çav jî çendek caran sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê hate kirin lê bêyî tedawî bibe paşve şandin. Ekîncî ku di 39 saliya xwe de kete girtîgehê, di 69 saliya xwe de derket û 4 meh piştre jî jiyana xwe ji dest da.    'LI SER DOŞEKA MIRINÊ HATE BERDAN’   Kurê Ekîncî, Kazim Ekîncî diyar ikr ku bavê wî bi tendurist ketibû girtîgehê lê li ser doşeka mirinê hate tehliyekirin û got: “Bavê min nehate tedawîkirin û li girtîgehê organên xwe winda kir. Gurçikên wî îflas kiribû û pirsgirêka dil dijia. Nexweşiyên wî yeên weke tansiyon, şekirê hebûn û felc bûbû. Lê nehat berdan. Ne tenê bavê min, gelek girtiyên nexweş ên wiha hene. Bavê min jiyana xwe ji dest da, qet nebe bila yên din sax derkevin. Heke îktîdar di vê pêvajoyê de jidil be, bila girtiyên nexweş tavilê berde. Zêtirî hezar girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne.”    '6 SALAN DI NAV CIHAN DE BÛ’   Ekîncî, destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne malên mirinê û wiha pê de çû: “Hevalên li girtîgehê yên di nava nivînan de, baş nayên tedawîkirin. Tedawiyeke baş nîne. Ji hêla xwarinê ve jî zehmetiyê dikişînin. Nexweşên şekirê û yên tansiyonê nikarin tiştên pêwîst bixwin. Bavê min di sala 2019’an de felc bû. Lê tevî vê nehat berdan. Serlêdanên me bêencam man. Nêzî 6 salan di nava nivînan de ma lê nehat berdan. Ev zilm e. Ev cînayet e. Kê ev biryar dabin divê hesabê bidin. Heke di dema xwe de bihata berdan belkî niha hêj bijiya. Bavê min terkî mirinê kirin. Jixwe 4 meh piştre jî wefat kir.”    SEPANÊN DERMIROVÎ   Zavayê Ekîncî, Îsmet Gulbahçe jî got ku xezûrê wî dema ketî girtîgehê saxlem bû û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de kuştin û piştre berdan. Niha zêdetirî hezar û 400 girtiyên nexweş hene û tevek jî di heman rewşê de ne. Ev sepan, sepanên dermirovî ne. Tişta li Ekîncî hatiye kirin mirov nikare vebêje. Ev îşkence ye, cînayet e. Xwe li benda mirina wî girtin û wisa tehliye kirin.”    MA / Fethî Balaban