Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin 2025-06-25 13:30:34   AMED - Li Amedê 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.    Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhsîn Aydogdu, Fermandar Kardaş, Yûsûf Demîr Polat û Celal Ozer duh li Amedê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn û hat zanîn ku ciwan birine midûriyeta emniyetê ya bajar.