Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin 2025-06-28 15:40:06 NAVENDA NÛÇEYAN – ÎHD û xizmên windayan li 3 bajaran çalakî lidarxistin û aqûbet Salîh Çalik û Sînan Fîdan û kujerên Ramazan Yuce û Resûl Ercan pirs kirin.  Xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên heftane lidarxistin.    AMED      Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 855'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê berdewam kirin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn, pankarta ku wêneyên kesên di binçavan de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ramazan Yuce yê di 29'ê Hezîrana 1992'an de li navçeya Farqînê ya Amedê hat qetilkirin hat pirsîn.   Çîroka Ramazan Yuce ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin.    Çîroka Ramazan Yuce wiha ye:  “Li navçeya Farqînê ya Amedê dimîne û bavê 7 zarokan e. Yuce di Dibistanên YÎBO’yê de dixebite. Piştî darbeya 1980 tê binçavkirin û rastî îşkenceyên giran tê. Piştre serbest tê berdan lê piştre gelek caran tê binçavkirin. Di wê demê de Hîzbûllah a bi desteka bêsînor a dewletê tevlî bi sedan cînayetên kiryar nediyar bû ku gelê sivîl bi taybetî li navenda bajêr hedef girt. Yek ji qurbaniyên van cînayetan jî Ramazan Yuce bû. Keça mezin Yuce jî di wê demê de di êrîşa Hîzbûllahê de bi giranî birîndar bû, lê sax ma. Malbat wê demê her tim di bin zext û gefan de bû. Yuce di 29'ê Hezîrana 1992'an de ji bo azmûna xwe ya lîseyê çû Amedê. Wê sibehê ji hevsera xwe re got, 'Ez diçim, lê xewnên nebaş dîtin. Heke tiştek bi min were, keça min a destgirtî bizewicînin. Dema vedigere Farqînê li Kolana Lalebey ji aliyê piştê ve rastî êrîşa çekdarî tê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Farqînê tê definkirin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   ÊLIH     Çalakiya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" a ji aliyê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (İhD) û xizmên windayan ve hat lidarxistin di hefteya 691'emîn de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gulîstanê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên welatiyên di bin çavan de hatin windakirin û di dozên kiryar nediyar de hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Alî Karadogan çîroka Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ku di 6'ê Hezîrana 1994'an de li navçeya Karaz a Amedê hatin binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî ji wan nayê girtin xwend.   Çîroka windakirina Çalik û Fîdan wiha ye: “Ji ber ku gundê Şaklat ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin malbata Çalik koçî navenda Amedê kiribû. Ji berk u Salîh Çalik karker bû çûyîna xwe ya gund domand. Roja bûyerê ji bo careke din bixebite çûbû gund. Li gund operasyona leşkerî jî dest pê kiribû. Di operasyonê de leşkeran bi çekên lûle dirêj gundî gulebaran kirin û di encama gulebaranê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan. Di dema bûyerê de Salîh Çalik jî ji lingê xwe birîndar bû. Ji ber birîndariya xwe nekarî ji gund derkeve, xwe li mala Suleyman Muntaş girt. Lê belê leşkeran mala lê dima tespît kirin û avêtin ser. Di encama serdegirtinê de xwediyê malê Suleyman Muntaş, birîndar Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ji bo dermankirinê li malê bûn ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Xwediyê malê Suleyman Muntaş piştî 25 rojan hate berdan. Lê Salih û Sînan di bin çavan de man. Sûleyman Muntaş ê serbest hat berdan, diyar kir ku ew bi Salih û Sînan re 2 rojan di bin çavan de maye û piştre ji wan hatiye veqetandin.   Malbatên ku agahiyek derbarê aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan de negirtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya DGM'ê (Dadgehên Ewlehiya Dewletê) dan. Dayika Salîh Çalik ji dozger re got ku du kes ji aliyê leşkeran ve ji mala Suleyman Muntaş hatine binçavkirin û Muntaş jî şahidê vê yekê ye. Lê belê dozger daxwazname ji malbatê re vegerand û got, 'Me ev şexs negirtin, biçin ji PKK'ê bipirsin' bi vî rengî daxwaza malbatan red kir. Ji wê dîrokê û vir ve ji Salîh Çalik û Sînan Fîdan ti agahî nîne.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   COLEMÊRG     Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrg û xizmên windayan di 18'emîn hefteya çalakiya xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê (Geverê) hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa 'Faîl diyar in, winda li ku ne?' û 'Divê winda bên dîtin, faîl bên darizandin' hatin hilgirtin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de daxwaza darizandina failên Resûl Ercan ê ku 31 sal berê di binçavan de hatibû qetilkirin hate kirin. Daxuyanî ji aliyê Sekretera ÎHD'a Colemêrgê Pinar Şen ve hat xwendin.   Çîroka Resûl Ercan wiha ye: “Resûl Ercan sewalkariyê dike û li nêzî gundê Vezîrlî li wesayîta leşkerî tê siwarkirin. Resûl Ercan bi israr dibêje ku sewalkariyê dike lê bi îşkenceyê tê binçavkirin. Piştî vê yekê gundiyan ragihandin ku ferdên malbata Resûl Ercan ji aliyê ekîbên qereqola jendermeyan a Sînava ve hatine binçavkirin. Malbat diçe qereqola Sînava lê ji malbatê re tê gotin ku li vir nîne û divê biçe tumenê bipirse. Malbat ji qereqolê tê dûrxistin û piştre kesên nasnameya wan ne diyar gef li malbatê dixwin. Cenazeyê Ercan di 7’ê Hezîrana 1993’an de li nêzî Pireya Keremaxa tê dîtin. Malbatê tespit kir ku îşkence lê hatiye kirin û bi çekê hatiye qetilkirin. Malbat piştre serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dide lê tu encam nayê bidestxistin. Şahid ji dozgeriyê re radigihînin ku Ercan hatiye binçavkirin lê piştre dosya bêyî ceza were dayîn tê girtin.”