‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’ 2025-06-29 10:23:40   RIHA – Endama Komeleya Piştgiriya bi Jinê ya Yaşamevî Berfîn Gokkan nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî jinan û destketiyên wan da û diyar kir ku ew dixwazin jin di nava pêvajoya nû de cih bigirin   Her ku diçe tundî û komkujiyên li dijî jinan li Tirkiyeyê zêde dibin, hikûmet bi polîtîkayên ku jinan û destkeftiyên wan hedef digire şîdetê teşwîq dike. Nerazîbûnên jinan ên li dijî şîdeta mêr-dewletê zêde dibin. Parêzer û endama Komeleya Piştgiriya bi Jinê ya Yaşamevî ya Rihayê Berfîn Gokkan têkoşîna jinê û êrîşan nirxand.   Berfîn Gokkan diyar kir ku destkeftiyên jinan ên li Tirkiyeyê encama zanebûn, kombûn, tecrube û pisporiya jinê ye û wiha got: "Hem berhevkirina fikrî ya jinan, hem tecrûbeyên wan ên dîrokî, hem jî têkoşîna wan destkeftiyên girîng bi xwe re anîne." Berfîn Gokkan işaret bi têkoşîna hevpar a Tevgera Jinên Femînîst a li Tirkiyeyê û Tevgera Jinên Kurd kir û got, "Tevgerên jinan bi lez û bez di warê aborî, civakî û siyasî de hatin cem hev û xwe bi rêxistin kirin. Dîtina vê yekê, desthilatdariyê dest bi hedefgirtina jinan û mafên wan kir."   TÊKOŞÎNA HEVPAR DI HEDEFÊ DE YE    Berfîn Gokkan diyar kir ku hikûmet bi salane polîtîkayên li dijî jinê bi pêş dixîne û wiha got: "Ji bo astengkirina têkoşînê gelek polîtîka hatin pêşxistin. Desthilatdarî ji aliyekî ve destketiyên jinan û têkoşîna wan a rêxistinbûyî li aliyê din hedef digire. Paralelî vê yekê, rêjeya kuştina jinan zêde bûye." Berfîn Gokkan bal kişand ser jinên ku li dijî van polîtîkayan derdikevin bi zexta darazê hedef tên nîşandan û wiha got: "Gelek kes ji ber ku tevlî çalakiyên aştiyane bûne hatine binçavkirin û bi awayekî neheq hatine girtin û cezakirin."   ‘DIVÊ JIN TEVLI PÊVAJOYÊ BIBIN’   Berfîn Gokkan bal kişand ser nîqaşên li ser "sala malbatê" û anî ziman ku hedefgirtina kurtajê û teşwîqkirina zewicandina ciwanan ji vê polîtîkayê ne serbixwe ne. Berfîn Gokkan pêvajoya di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de tê meşandin nîşan da û xwesteka jinan a di vê pêvajoyê de cih bigirin wiha vegot: "Divê jin teqez di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin. Divê jin li cihekî ku pêvajoyê pê dihesibîne û ramanan diajo. Divê li her qadê xwe bi rêxistin bikin."