‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’ 2025-06-30 09:12:30 STENBOL – Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan diyar kir ku gel piştgiriyê dide pêvajoyê ye û ji ber ku baweriya xwe bi Abdullah Ocalan tînin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, civîna gel hatin lidarxistin û civîn dewam dikin. Tê armanckirin ku bi gelemperî 2 hezar civîn bên lidarxistinr û hedef ew e ku li Stenbolê 80 civîn bên lidarxistin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan ku têkildarî civînên ku tên lidarxistin axivî û wiha got: “Taybetmendiyên bingehîn ên vê bangê çi ne? Dema ku vê baş fêhm dikin, ji ber ku bangek li civakê ye, berpirsyariyeke çawa li ser me ferz dike? Ji 27 'ê Sibatê û vir ve wezîfeya me ya fêmkirin û lihevkirinê ya her yek ji van xalan hebû. Ji ber ku em behsa metneke bi yek rûpelî dikin, lê belê di warê herdu têgihên ku Ocalan behsa wê kiriye û dîrokîbûna vê pirsgirêkê de guhertin û veguherîneke kûr heye. Ji ber vê yekê, gelekî bingehîn bû ku her yek ji van mijaran bi kûrahî were nîqaşkirin û fêhmkirin. Di vê çarçoveyê de ji bilî civînên gel, me li 39 navçeyên xwe dest bi serdanên berfireh ên malan kirin. Ev 3 meh in em pêvajo veguherandiye platformên nîqaşê û bi rêya civînên gel û serdanên malbatê yên li hemû navçeyên me. Girîng e ku ev mijar were fêhmkirin.”   GEL PIŞTGIRÎ DIDE PÊVAJOYÊ   Altan diyar kir ku di civînan de fikarên gel baş fêm kirine û got, "Di dawiyê de esasê pêvajoyê banga Ocalan e û mijarên vê bangê jî civak in. Civak çiqasî vê bangê fêm bike, wê ewqasî bibe bangewaziyek zindî. Esasê gavên dewletê û gavên DEM Partiyê yên derbarê vê de bi rastî jî li vir bi dawî dibe. Ev hevdîtin ji aliyê navxweyîbûnê ve gelekî bi feyde bûn. Ji bo hînbûna pirs û fikarên gelê me yên li ser vê pêvajoyê, ezmûneke gelekî mezin bû. Di fikarên sereke de pirsên wekî ku dê dewlet gavan bavêje an neavêje hebûn. Ev li her cihê ku em çûnê hate ziman. Dibêjin, 'Em piştgiriyê didin pêvajoyê'. Ji ber ku baweriya bi Abdullah Ocalan ê ku mijara sereke ya vê pêvajoyê ye û li gel ku 26 sal in li Îmraliyê tecrîd kirî jî di vê mijarê de xwedî nêrîneke berfireh a siyasî ye û li ser zemîneke bingehîn radiweste.''   GEŞEDANÊN LI ROJHILATA NAVÎN   Altan anî ziman ku di hevdîtinan de hat destnîşankirin ku dewlet li gorî pêşketinên li Rojhilata Navîn nêzî pêvajoyê dibe. Altan bal kişand ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Hamas, Hîzbûllah û Îranê nîşan dide ku Kurd di şerê hegemonîk ê didome de bi tevlêbûna DYA'yê xwedî pozîsyoneke sereke ye. Altan anî ziman ku ew bawer dike ji roja destpêkê ve yek ji fikarên bingehîn ên Tirkiyeyê ev e û got, "Gelo dikare asta pevçûnê bi pêkhateyeke ku li dijî wê şer dike û di nava hevsengiyên diguhere de înkar dike, bidomîne? Nikare. Ji bo mayîndebûna xwe tehdîteke mezin e. Di vê wateyê de vê wek xurtkirina eniya navxweyî formule dike. Gavên ku Tirkiye bavêje wê bi vê re têkildar be. Lê belê divê em pêşbînî bikin ku ji holê rakirina hin hevsengiyên dikarin ji bo mayîndebûna xwe talokeyekê ava bikin, wê li ser vê pêvajoyê bifikirin. Mînak li Sûriyê Colanî bi Îsraîlê re di bin peymana Birahîm de li hev kir. Nêzîkatiya dewleta Sûriyeyê û Komara Tirkiyeyê ya bi dilxwaziya ji nû ve avakirinê, dibe ku di mijara pêvajoyê de hin guhertinên girîng pêk bîne.”   Altan da zanîn ku ji ber pêşketinên li Rojhilata Navîn divê dewlet pêvajoyê bimeşîne û got, "Eger dewlet vê yekê ji bo parastina aştiyê girîng dibîne, divê gelê me jî vê baş fêm bike û nekeve nava hesabên teng û hêviyên xwe neguherîne. Ji ber vê yekê, divê em baş fêm bikin ku divê dewlet di vê wateyê de veguherînên binyadî pêk bîne. Wezîfeya ku pêvajoyê ber bi zemîneke demokratîk ve bibe dikeve ser milê me. Ev rewşa bêpevçûnê bi awayekî otomatîk nayê wê wateyê ku wê demokratîkbûn çêbibe. Eger gavên demokratîk werin avêtin û em xwe bi rengekî ku karibin gel saziyên xwe yên demokratîk di vê çarçoveyê de pêk bînin, em dikarin bibin wesîle ji veguherîna demokratîk re."   MA / Melîk Çelîk