Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn 2025-07-12 14:25:32   ŞIRNEX - Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê (NÇR), ji bo Harun Sune û Remezan Çakarsin ên ku di dîrokên cihê de li herêmên cuda jiyana xwe ji dest dabûn daxuyanî da. Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn.   Li navçeya Hezex a Şirnexê, ji bo Harun Sune (Şevger Rojger) û Remezan Çakrsin (Serbest) ên HPG’î ku di dîrokên cihê de jiyana xwe ji dest dabûn şîn hat danîn. Tevî siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Çand û Yekitiyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê.   Di destpêkê da girseyê, şîna li taxa Turgut Ozal a Remezan Çakarsin ê ku di sala 1998’an de di pevçûnekî de li navçeya Şax a Wanê jiyana xwe ji dest dabû, ziyaret kir. Parlamentera Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan, di şînê de axivî û bal kişand ser merasîma dîrokî ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Têkoşîna wan ji bo me mîrate ye. Ji bo em liyaqî heqîqeta wan bin em ê li têkoşîna wan xwedî derkevin.”   Kurê Çakarsin, Agît Çakrsin got: “Bavê min dema tev li partiyê bû em zarok bûn, niha ez 35 salî me. Em ê têkoşîna wan mezin bikin.    Piştre girseyê, şîna li gundê Bafê ya Harun Sune yê ku di sala 2019’an de li Dêrsimê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû, ziyaret kir. Di meşa ku berê merasîmê hate lidarxistin de bi domdarî dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.