Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin 2025-07-19 10:49:29   RIHA - Înîsiyatîfa Bîr û Hevgirtina Jinan dê di 20'ê Tîrmehê de li Rihayê "bazara pevguherandinê" ava bike. Endamên înîsiyatîfê gotin ku armanca wan ew e ku parvekirin û hevgirtinê xurt bikin.    "Bazara pevguherandinê" wê roja yekşemê, 20'ê Tîrmehê, li Rihayê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Bîr û Hevgirtina Jinan were lidarxistin. Bazar, dê bi dirûşmeya "Em bawer dikin ku pergaleke ji xerîdariyê dûr, parvekirin û piştevaniyê esas digire pêkan e" li kafeyeke li taxa Camîkebîr a navçeya Eyyubiyeyê were lidarxistin. Armanca bazarê ew e ku tiştên kevin vejîne û çanda parvekirinê xurt bike.   Derûnnas Ayşe Eriş Ornekê diyar kir ku wan di meha Gulanê de bi 12 jinan re ev înîsiyatîf damezrandiye û got ku ew bi salan e di warê mirovî de dixebite. Ayşe Eriş Ornekê pêvajoya damezrandinê vegot: "Daxuyaniya Bernameya Mafên Mirovan a Jinan a 2024'an di Mijdarê de hate weşandin. Nêzîkî 24 jinan ji bo vê bernameyê li Rihayê serlêdan kirin. Serlêder ji pîşeyên cuda bûn û li herêmên cuda dijiyan. 16 hefteyan, em di atolyeyên cuda yên li ser mafên mirovan ên jinan de civiyan. Vê yekê ji bo me cihek çêkir ku em têgihiştinên xwe yên xelet ên li ser jinan û têgihiştinên xelet ên ku hatibûn hînkirin ji nû ve sererast bikin. Me fêm kir ku hevgirtina jinan di qadên ewle de çiqas bi qîmet e. Dema ku me ev xebat qedand, me nexwest ku ev hevgirtin û yekîtî di navbera me de xera bibe. Bi vê yekê di hişê xwe de, me biryar da ku înîsiyatîfekê biafirînin."   ARMANC ÇÊKIRINA BÎRA JINÊ YE   Ayşe Eriş Ornekê anî ziman ku hevgirtina li Rihayê ji yekîtiya jinan tê û got: "Em qala dîrokekê dikin ku hemû pêvajoyên dîrokî bi perspektîfa mêran tên vegotin û bi piranî têkiliyên hêzê li pêş in. Di vê dîrokê de jin, zanîna li ser dîroka jinan û ya herî girîng jî bîr kêm in. Me bi mebesta afirandina vê bîrê dest pê kir." Ayşe Eriş Ornekê destnîşan kir ku ev bazar projeya wan a yekem e û got ku ew dixwazin hevgirtina bi jinên li Rihayê re xurt bikin. Ayşe Eriş Ornekê anî ziman ku yek ji armancên wan veguherandina adetên xerîdariyê ye û got: "Em dizanin ku ev serdema xerîdariyê me ber bi afirandina modeleke mirovî ya yekreng ve biriye. Em ne tenê ji perspektîfeke aborî ve vê pirsgirêkê çareser dikin. Aliyên vê yekê yên derûnî û sosyolojîk jî hene. Di civaka xerîdaran de, xerckirina zêdetirî pêdiviyê, tiştekî li me zêde nake, berevajî wê me bi tenê dihêle. Mirov bi gotina 'Heke hûn dixwazin piştgiriyê li tenduristiya xwe ya derûnî bikin, bêtir bikirin' û bi vî awayî mirov teşwîqî kirînê kirin. An jî hûn hewl didin ku xwe bi tiştekî ku hûn ne hewce ne kêfxweş bikin. Lêbelê, rêya çêtirîn ji bo piştgiriya tenduristiya xwe ya derûnî ew e ku hûn çavkaniyên xwe yên navxweyî û derveyî zêde bikin."    NE ALÎKARÎ PIŞTEVANÎ   Ayşe Erîş Ornekê destnîşan kir ku wan li şûna xerîdariyê hevgirtinê bi cih kiriye wekî "çavkaniyeke navxweyî" û wiha domand: "Em li Tirkiyeyê di warê aborî de ne baş in. Jixwe bi mûçeya herî kêm debara xwe kirin zehmet e û em jî nikarin hewcedariyên xwe dabîn bikin. Ji aliyekî din ve, dema ku em li dolabên xwe dinêrin, ji ya ku em hewce ne pir zêdetir heye. Me biryar da ku hilberên bikêrhatî bînin ku em dikarin bi hev re parve bikin û wan bixin bazarê. Armanc ne kirîn û qezenckirin e. Ji ber ku pere di vê bazarê de ne derbasdar e. Nirxa tiştan jî dê ne berawirdî be. Ya girîng ew e ku tişta ku hûn diguherînin tiştek e ku hûn hewceyî wê ne. Ne hewce ye ku tenê yek tişt be. Hûn dikarin beramberî tişta ku hûn vediguherînin, hûmn bi hevala xwe re çayekê vexwin. Ji ber ku mesele parvekirin e. Dema ku mirov tiştek ku ne hewce dide, ew bi gelemperî bi navê spasdariyê tê kirin. Lê li vir a esas hevgirtin e."   HER TIŞT TÊ PEVGUHERANDIN   Endama înîsyatîfê Civaknas Gulten Nazlican Amasyaliyê jî diyar kir ku projeya wan a yekem, bazara pevguherandinê, ji cudakariya li ser bingeha zayend, temen an nasnameyê bêpar e. Gulten Nazlican Amasyaliyê anî ziman ku bazar dê ji saet 16:00'an heta 19:30'an vekirî be û got: "Her kesê ku bixwaze tiştekî parve bike dikare bê. Bi parvekirinê, mebesta me ne hewce ye ku tiştên madî an objektîf bin. Mirov dikarin tiştên bikêrhatî yên ku amade ne ji bo parvekirinê bînin. Em her tiştî qebûl dikin ji bilî tiştên birîner. Pêşîniya me ew e ku ev der bibe cîhekî ewle. Ji bo me ya girîng, parvekirin û hevgirtin e û mirov xwe ewle hîs bikin."   MA / Ceylan Şahînlî