Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin 2025-07-21 13:30:21    ŞIRNEX - Li gundê Babekê yê Hezex a ku pileya germê gihîşt 45 pileyî, ji ber ziwabûna gola ku gundiyan bi derfetên xwe beriya 40 salan çêkirin, bi hezaran masî mirin.    Li gel germahiya ku gihaştiye 45 pileyî li gundê Babekê yê Hezex a Şirnexê, ji ber ziwabûna gola ku gundiyan bi derfetên xwe beriya 40 salan ava kiribûn, bi hezaran masî mirin. Gola ku çavkaniya ava xwe ji baranê digire, ji ber kêmbûna baranê îsal di bin gefa ziwabûna bi temamî de ye. Ji ber ku li herêmên ku gol ziwa bûye bi hezaran masî dimirin, bêhna gemarî ya ku ji masiyan tê tenduristiya şêniyên gund dixe talûkeyê.   Gundî ji bo masiyên mayî nemirin daxwaza berhevkirina masiyên mirî û veguhastina avê ji bo golê dikin.