Xizmên windayan doza edaletê kirin 2025-07-26 14:21:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û ÎHD'ê ve hatin lidarxistin de, ji bo Mehmet Yildiz, Mehmet Yaşar û 14 kesên ku li Şemzînanê hatin qetilkirin edalet hat xwestin.   Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li dar xistin.   AMED   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 859'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD'ê, Dayikên Aştiyê, xizmên windakiriyan û gelek kes tev li bûn. Di hefteya 859'emîn de li aqûbeta Mehmet Yildiz ê di 22'yê Tîrmeha 1994'an de di navbera navçeyên Hezro û Pasûrê de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin hat pirsîn.   Li vir ewilî Sekreterê Şaxa ÎHDê Omer Saman axivî û bi bîr xist ku berî çend rojan Emîne Ocak jiyana xwe dest da û ev tişt got “Emîne Ocakê ji bo zarokê xwe çalakî da destpêkirin û paşê 30 sal têkoşiya. Zilma desthilatê nîşanî tevahî cîhanê da. Politîkayên necezakirinê aşkere kir. Em ê li her qadê daxwazên xwe bilind bikin.” Endama Komîteya Windayan a Şaxa ÎHDê ya Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya Mehmet Yildiz xwend.   Berfîn Elçî diyar kir ku Mehmet Yildiz li Mersînê dijiya û wiha axivî: “Birayê Mehmet Yildiz, Kemal Yildiz li Amedê di qehwexaneyekê de dixebitî. Beriya roja bûyerê polîsên bi cil û bergên sivîl diçin qehwexaneya Kemal Yildiz û kontrola nasnameyan dikin. Dema polîsên bi cil û bergên sivîl di kontrola nasnameyan de Mehmet Yildiz pirsîn, Kemal Yildiz yekser çû malê û agahî da Mehmet. Dema Mehmet Yildiz pê zanî ku polîs li pey wî ne, tiştên xwe dixe çenteyekê û ji Amedê derdikeve. Dema Mehmet Yildiz di 22yê Tîrmeha 1994an de ji Amedê ber bi navçeya Pasûrê ve diçe li gundê Reşik ê navçeya Hezroyê leşker nasnameyan kontrol dikin. Di dema kontrola nasnameyan li gel Mehmet Aktar û Mehmet Şîrîn tên binçavkirin. Her 3 kesan dibin Fermandariya Cendirmeyan a Hezroyê. Tevî serledana malbatê jî tu agahî ji Mehmet Yildiz nehatin girtin û Mehmet Yildiz hêj jî winda ye.”   Pişt re ji bo bîranîna Mehmet Yildiz û hemû windakiriyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.   ÊLIH   Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 695'emîn de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên welatiyên ku di salên 1990'î de di di binçavan de hatin windakirin hatin vekirin.   Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Mehmet Yaşar hat pirsîn ku di 31'ê Tîrmeha 1993'yan de dema ku ji mînîbusê dadiket li xeraja Midyadê ya li navenda Êlihê hat qetilkirin.    Çîroka Yaşar ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Abdurrahman Yildirim ve hat xwendin.   Çîroka Yaşar ku bi vegotina kurê wî Şahabettin Yaşar bi vî rengî ye: "Mîna her kesî, bavê min jî çîrokeke wî hebû. Ew li gundê Girbereşik bi hevjîna xwe, heşt zarokên xwe û dêya xwe re dijiya. Mîna hemû bavan, bavê min jî mir da ku ji bo ji zarokên xwe re pêşerojeke azad bihêle. Ew mirovek bû ku ji hêla kesên ku ji helwestên wî yên siyasî hez nedikirin ve jî rêz lê dihat girtin û gelek heval û hezkiriyên wî hebûn. Ew parêzvanekî mafên mirovan a bêhempa bû ku xewnên wî ji bo pêşerojê hebûn; ji bo jiyaneke aştiyane, wekhev û dadperwer. Ji bo her kesî parêzvanî dikir. Li dijî neheqiyê derdiket, bi wekhevî û dadperwerî tevdigeriya. Tevî hemû salên ku derbas bûne û temenê wî yê ciwan, ew hîn jî qurbanê kuştinek nediyar e û ji hêla kesên ku jê hez dikirin ve bi hezkirin tê bîranîn. Mirov serbilind dike ku kurê kesekî wiha be û ji hêla kesên ku jê hez dikin ve bi hezkirin tê bîranîn.   Ew kesek bû ku her tim bi hezkirin nêzîkî mirovan dibû. Mixabin, ji ber pêkanînên ku ji hêla Rewşa Awarte ve hatin destpêkirin, kes nikarîbû hesab bipirse, mirov bêdeng û tirsandî bûn û edalet bi rêkûpêk nehat bicîhanîn. Di 31'ê Tîrmeha 1993'yan de, nîvro, di hawirdorek ku meş lê ne gengaz bû, ew bû qurbanê kuştineke nediyar. Ez 14 salî bûm dema ku bavê min hat kuştin. Dêya min ducanî bû. Dosyeya lêpirsînê piştî bûyerê bi çar mehan vebû. Tevî îtîrazên me û daxwaznameyên pêşkêşkirî jî cinayet nehat ronîkirin."    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   COLEMÊRG    Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Sanat a navçeya Geverê ji bo hefteya 185'emîn a çalakiya xwe kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên "Kujer diyar in, winda li ku ne?" û "Divê winda bên dîtin, divê sûcdar bên darizandin" û wêneyên windayan hilgirtin.   Di çalakiya vê hefteyê de, li berpirsiyarên kuştina Naci Şengul, Salîh Şengul, Hayrullah Ozturk û 11 gundiyên din ku piştî desteserkirina wan li Şemzînanê hatibûn kuştin û aqûbeta wan nediyar, hatin pirsîn.   Emine Ocak’ı saygı ve minnetle anan İHD Colemêrg Şube Eşbaşkanı Ozan Akbaş, daha sonra katledilenlerin hikayesini okudu.   Piştre Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş, Emîne Ocakê bi rêz û minetdarî bi bîr anî û çîroka kesên ku hatine kuştin xwend.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.