Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin 2025-07-27 10:13:59   AMED - Huseyîn Sesîguzel ê 70 salî ku di sala 2015'an de di dema qedexeyên derketina derve de li Sûrê hatibû îlankirin, mala wî hate xerakirin û got, "Nîşanên guleyan hînê li her derê ne. Edalet nîne, edalet li ku ye? Heta ku nêzîkatiya dewletê neguhere, ev yek wê bidome. Rêyên aştiyê hene, bila gav bavêjin bes e."    Di ser qedexeyên derketina derve yên di Kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê ya dîrokî ya Amedê hatin îlankirin re 10 sal derbas bûn. Navçeya Sûrê ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digire, di wê serdemê de di nav de dêrên dîrokî, mizgeft û qesr hene bi giştî 4 hezar avahî hatibûn rûxandin. Piştî pevçûn û hilweşîna li taxên Cevat Paşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz ku qedexeya derketina derve lê hat îlankirin, şênî ji cih û warên xwe bûn. Sûr a ku ji ber qedexeya derketina derve demeke dirêj nekarî xwe bigihîne wê, piştre ji nû ve ket ber restorasyona ku berhemên dîrokî bi temamî xirab bûn. Li cihên hatine xerakirin avahiyên dişibin mîmariya yekrengî ya girtîgehê hatine çêkirin.   Li hin herêman hê jî hinek avahî kavil in. Tevî ku gelek nîşaneyên li înşaetan hatine danîn, agahiyên peymanê, 'dîroka qedandinê' ya dewletê weke 2020, 2021 an jî 2022'an heta niha ti pêşketin çênebûye. Malbatên Surê yên neçar man koç bikin, bi berdêla kêm a tazmînatê ya ji bo xaniyên xwe hatin dayîn, li kolanan hatin hiştin. Welatiyên ku xaniyên wan ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin, ji bo malên xwe tazmînatekkêm bistînin an jî ji bo li xaniyên TOKÎ yên li bajarên cuda hatine çêkirin an jî li malên li şûna xaniyên xwe bên çêkirin, bi deynekî bilind tên dayîn.    Malbatên ku ji ber hilweşandinê neçar man koç bikin, hînê li benda roja ku karibin vegerin malên xwe ne. Yek ji kesên ku vebijarkên ji aliyê dewletê ve jê re hatine pêşkêşkirin qebûl nekir, malbata Sesîguzel e. Huseyîn Sesîguzel ê 70 salî, ku piştî xerakirina xaniyê wan koçî taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê kir, hînê ji bo bîranîna paşerojê tê Sûrê.   'DEMA EZ HATIM VIR, DIKARIM BÊHNÊ BIGIRIM'    Sesîguzel tevî germahiyê jî timî diçe Sûrê û wiha got: "Ji roja şer qediya û vir ve diçim û vedigerim. Dema ku têm vir, xwe baş hîs dikim, dikarim bêhnê bistînim." Sesîguzel da zanîn ku dewletê malên wan xera kiriye û wiha got: "Wan her tişt xera kirin û ew serûbin kirin. Em neçar man derkevin. Sûr berê gelekî bedew bû. Mal û dikanên me hebûn. Niha cihên nû ava kirine, lê her der mîna xirbe xuya dike."   'EM QADÊN XWE YÊN JIYANÊ DIXWAZIN'    Sesîguzel anî ziman ku ew li benda roja ew ê vegerin malên xwe ne û wiha axivî: "Piştî ku xaniyê me hilweşandin, hewl dan hinekî pere bidin me, lê me qebûl nekir. Xwestin xaniyên TOKÎ bidin me, lê me got 'em ê negirin'. Em mala xwe dixwazin. Venegeriyan mala me. Em nikarin li avahiyên pir qatî bimînin ku em niha lê dijîn. Em mala xwe dixwazin, em dixwazin vegerin. Li vir xaniyên nû çêkirin, lê bêqîmet in. Xaniyên me yên bêhempa xera kirin û li şûna wan ev ava kirin. Hemû sexte ne. Trîlyon pêşkêşî me bikin jî, em ê mejiyê xwe neguherînin. Niha, heke tu li deriyê yekî li vir bidî, ew ê qedehek av jî nedin te. Li vir têkilîyên me yên cîrantiyê pir xweş bûn. Niha, tiştek nemaye. Em zimanê xwe, mala xwe, qadên xwe yên jiyanê dixwazin. Wekî din daxwazên me tune ne."   'EM EDALETÊ DIXWAZIN'    Sesîguzel der barê 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Li vir ewqas mirov hatin qetilkirin. Nîşanên guleyan hê jî li her derê ne. Edalet nîne, edalet li ku ye? Heta ku nêzîkatiya dewletê neguhere, ev yek wê bidome. Rêyên aştiyê hene, tenê divê gavekê bavêjin. Diviyabû hemû girtiyên li girtîgehan ji niha û pê ve bihata berdan. Ew sozên xwe bi cih naynin."