ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN 2025-07-28 09:00:16   * Keşeyê Dêra Navneteweyî ya Wanê Yeşû Kavak, destnîşan kir ku piştgiriyê didin Pêvajoya Civaka Demokratîk û got: “Divê DEM Partî li me guhdar bike. Divê dêr jî beşdarî vê pêvajoyê bibin.”     * Welatiyên ku beşdarî Konferasa Girîngiya Yekitiya Kurd bû, bal kişandin ser giringiya yekitiya Kurdan û gotin: “Em ê aştiyê jî bi yekitiya xwe ve bînin. Ger em bibin yek dê her kes gav biavêje.”     * Welatilyên ku beşdarî Mihrîcana Munzûrê bûn, destnîşan kirin ku texrîbatên xwezayê tenê bi têkoşîneke birêxistinkirî ve dikara bê rawestandin.     * Ahmet Sert xwest bibe vasî lê ji ber şaşîtiyekê vasî tayînî wî kirin û niha nikare nasname ji zarokên xwe re derxe û jiyana wî serobino bû.     * Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Omer Faruk Yazmaci, got: “Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hêviyên pêvajoya aştî û demokratîk hedef digirin.”     * Parêzer Veysel Demîrkaya, diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê Resûl Baltaci û Sînan Tutmaz, 3 caran cezayê hicreyê girtine û infaza wan hatine şewitandin.      * Rojnamger Ekrem Berekat, diyar kir ku civînên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya ji HTŞ’ê pêk tê, ji ber ku rêveberiya Şamê daye zanîn ku ‘ne amade ne’ hatiye betalkirin.      * Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, dê têkildarî geşedanên rojevê li Meclisê civîna çapmeniyê li dar bixe. (10.00) ZINDÎ     * Hewldana Edaletê ji bo Roboskî, bi munasebeta 163’yemîn a qetlîamê dê li Qada Sakarya ya Enqereyê daxuyanî bide. (13.30)