Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin 2025-07-29 11:36:14   EDENE – Li navçeya Çukurovayê mêrê bi navê Eyup Verîmlî, hevjina xwe Merve Verîmlî û keça xwe Elîf Verîmlî qetil kir.   Li Taxa Toros a girêdayî navçeya Çukurovayê mêrê bi navê Eyup Verîmlî, hevjina xwe Merve Verîmlî û keça xwe Elîf Verîmlî qetil kir. Hate zanîn ku kujer piştî bûyerê întihar kiriye û zarokên din ên di dema bûyerê de li malê bûne, ji malê reviyane û xilas bûne. Piştî agahdarkirina welatiyan, koma tenduristiyê destnîşan kirin ku kujer Eyup Verîmlî, Merve Verîmlî û Elîf Verîmlî jiyana xwe ji dest dane.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.