Ji bo bîranîna rojnamevan Denîz ê ku JÎTEM'ê ew qetil kir pêşangeh hat vekirin 2025-08-09 15:54:31   WAN - Ji bo bîranîna rojnamevan-nivîskar Huseyîn Denîz ê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, bi dirûşmeya "Em bîra xwe diparêzin" pêşangeha seramîkê hat vekirin.    Nûnertiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û malbata Huseyîn Denîz, li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê ji bo sê rojan bi dirûşmeya "Em bîra xwe diparêzin" bi navê “Pêşangeha Seramîkê ya Huseyin Denîz” pêşangehek vekir. Di pêşangehê de seramîkên ku wêneyên rojnamegerên Çapemeniya Azad ku ji hêla hêzên tarî ve hatine kuştin, wêneyên rojnameyên Kurd yên heta niha hatine derxistin, wênekêşên kevn, daktîlo, rojnameyên kevn, derheqê rojnamegerên hatine qetilkirin de agahî tên pêşandan. Ji bo bîranîna belavkar Kadîr Bagdû jî dûçerxeyek danîn erdê û rojname li erdê hatin belavkirin.   Pêşandan rastiyê eleqeyeke mezin tê û gelek kesên serdana pêşangehê dikin, der barê çapemeniya azad de agahiyan digirin. Li eywana pêşangehê, sînevîzyona ku dîroka Çapemeniya Azad vedibêje, dê sê rojan bê nîşandan.   Wê pêşangeha DFG'ê heta duşemê bidome.