Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê 2025-08-19 15:49:02   ENQERE - Karkerên ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ji kar derxistî, çûn serdana DEM Partiyê û li dijî neheqiya lê hatiye kirin piştevanî xwestin.    Karkerên ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ji kar hatine derxistin, li Enqereyê çûn serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê. Karkeran, bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Cîgirên Hevserokên Giştî Ozlem Gunduz û Mehmet Ruştu Tîryakî re hevdîtin kirin. Karkeran, neheqiya li wan hatiye kirin vegotin û ji bo vegerin karên xwe alîkarî xwestin.    Şandeya DEM Partiyê jî got ku dê piştgiriyê bidin û têkoşîna xwe ya li dijî sepana qeyûm bidomînin.