Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin 2025-08-21 09:07:58   ÊLIH - Xwişka Gulistan Tara, Dîcle Erdemê diyar kir ku xwişka wê jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kiriye û got: "Peyrewên Gulistan Tara dê tu carî dev ji doza wê, têkoşîna wê û rastiyên ku wê parastiye bernedin. Hemû hevalên wê dê ala ku wê li pey xwe hiştiye bi awayekî baş bilind bikin."   Salek di ser mirina rojnamevan Hêro Bahadîn û Gulistan Tara re derbas bû ku di 23'yê Tebaxa 2024'an de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe, di êrişeke ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin. Her çend qetilkirin rojnamevanan di çapemeniya navneteweyî de cih girt û ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê ve hat şermezarkirin jî, lê heta niha li dijî Tirkiyeyê tu doz an darizandin nehatiye kirin.   Gulistan Tara, yek ji rojnamevanên ku di têkoşîna xebatkarên Çapemeniya Azad de dijî, di 24'ê Çileya 1983'yan de li Êlihê ji dayik bû. Wê beşek mezin ji a jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kir. Gulistan Tara, di 13 an 14 saliya xwe de dest bi xwenaskirinê xwe kir, hem li ser nasnameya xwe ya kurd û hem jî ya jinane sekinî, lêkolîn û xwendin kir. Geryana Gulistan Tara ya bi Çapemeniya Azad re ku di 15'ê Sibata 1999'an de ji komploya navneteweyî ya radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê bandor bû, di 25'ê Gulanê de dest pê kir.    Di salvegera mirina wê de em bi xwişka wê Dîcle Erdemê (44) re axivîn.    Dîcle Erdem ku malbatê wekî "avahîya herî biçûk a civakê" bi nav kir, diyar kir ku serhildana yekem a xwişka wê li dijî malbatê bûye û wiha lê zêde kir: "Di axaftinên me de û bi ya bi birayên min re, ew ji bo parastin û avakirina nasnameya xwe serî hildida. Em heta 16 saliya xwe bi hev re man. Wê di salên lîseyê de ronahî û xwenasînek dît. Paşê, wê rêyeke cûda hilbijart û li ser wê rêyê berdewam kir. Ez dikarim bibêjim ku paradîgmaya jinan bi destpêka tevgera azadiya kurd dest pê kir. Mixabin, li Kurdistanê, em, pêşî wekî gel û dûv re jî wekî jin, rastî rastiyek bindestî û îstismarkirinê hatin. Vê yekê li Gulistanê pêşketinek peyde kir."    ZAROKATIYA WÊ   Dîcle Erdemê bîranînên xwe yên zarokatiyê parve kir û got: "Zaroktiya me pir xweş bû. Em di xaniyekî mistaqil û xweşik û bibaxçe de diman. Me gelekî dilîst. Em heval, rêheval, xwişk û bira û hev rê bûn. Rastiyên jiyana li vê herêmê bê guman tu bikî nekî xemgîniyê jî di xwe de dihewîne. Dema ku em 11 an 12 salî bûn, em sirgûnî Eskîşehîrê bûn. Li wir, me jiyaneke dijwar hebû. Bi sirgûnkirina bavê min û girtina xwişka min Fatma re, demên hîn dijwartir li benda me bûn. Dibe ku lêpirsînên wê yên yekem piştî vê qonaxê dest pê kiribin. Bi vî rengî berxwedana wê ya li hember jiyan û pergalê dest pê kir."   Dîcle Erdemê diyar kir ku wê û xwişka wê ji bilî têkiliyên kurt ên telefonê demeke dirêj hev du nedîtibûn û got ku têkiliyên wan ên telefonê tijî hesret û bêrîkirin bûn. Dîcle Erdemê got: "Wê bawer kir û xwe da ber dozekê. Wê ji bo nirxên ku diparast hilbijartina xwe kir. Tevî xemgînî û bêrîkirinê, wê van rastiyan domand. Çapemenî qada herî berbiçav ya vê têkoşînê ye. Ew cîhekî hêja ye ji bo eşkerekirina rastiyê. Helwesta wê me teselî kir. Hesreteke wê hebû, lê ew di rêya şoreşê de bû û bi kelecan li benda roja ku ev şoreş pêk were bû. Lê mixabin, dewleta tirk ew ji me girt; wan ew qetil kir."   ‘PEYREWÊN WÊ TÊKOŞÎNÊ DIDOMÎNIN'   Dîcle Erdemê anî ziman ku Gulistan û hevalên wê ji ber ku rastiyên li deverên şer û pevçûnê yên wekî Koban û Şengalê ji cîhanê re gihandin, bûne hedef û wiha domand: "Bi taybetî di çapemeniyê de, rojnamevanên jin rastî hedefgirtinên cidî tên. Ew di eşkerekirina rastiyê de tevkariyeke girîng kirine. Wan êşa jinên êzidî yên di komkujiya Şengalê de ragihandin cîhanê. Wan têkoşîna Kobanê dîtiye. Wan heta kêliyên dawî yên jiyana xwe dev ji ragihandina rastiyê berneda. Peyrewên Gulistanê dê tu carî dev ji doza xwe, têkoşîna xwe, an jî rastiya ku ew parastine bernedin. Ez vê yekê dibînim û bawer dikim. Wan mîrateyek xweşik li pey xwe hişt û hemî hevalên wan dê wê alê bi awayekî herî baş bilind bikin. Ew bi pênûs û kamerayên xwe beşek ji vê têkoşînê bûn. Bi vî awayî, ez bawer dikim ku navên Gulistan û Hêro dê li her derê bijîn."   MA / Ozan Bayindir