Li Derînceyê şewat li nava bereqe û konteyneran belav bû 2025-08-23 14:23:22   KOCAELÎ – Şewata ku li navçeya Derînceyê derket li nava bereqe û konteyneran belav bû.   Li taxa Çenedag a navçeya Derînce ya Kocaelî ji ber sedemên nediyar şewat derket. Ji ber bandora bayê şewat di demeke kin de li herêmê belav bû. Piştî agahdarkirina welatiyan komên agirkujiyê û miduriyeta daristanê sewqî cihê şewatê bûn.   Midaxileya ji bo tefandina şewata ku li nava bereqe û konteyneran belav bûye, didome.