Kovara Jinê bi manşeta ‘Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin’ derket 2025-08-24 10:07:53 STENBOL - Kovara Jinê vê hefteyê bal kişand ser têkoşîna rojnamegerên jin û bi manşeta “Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin” derket.  Hejmara 130’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin” derket. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser rola rojnamegerên jin a di medyayê de û serdestiya zilaman a di çapemeniyê de.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:     *Di aştiya civakî de rola medyayê û mînakên wê yên li cîhanê / Oznûr Deger    *Hilberandina naveroka bêjin a medyaya dijîtal xizmetê ji çi re dike? Nazlican Nûjîn Yildiz   *Di avakirina aştiyê de avakirina zimanê jinê ya di medyayê de / Semra Turan   *Pozîsyon û tevkariya rojnamegerên jin a di qada medyayê de / Hevpeyvîna bi Rozerîn Gultekînê re / Şukran Demîr    *Êzidî: Zarokên winda, jinên berxwedêr û edaletê hatiye jibîrkirin / Çîgdem Ertak    *Jinên pale / Aynûr Ulgen”