Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî 2025-09-01 10:57:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser banga RSF û tevgera sivîl a kûrewî Avaaz’ê; li seranserî cîhanê zêdetirî 150 saziyên medyayê bi daxwaza parastina rojnamegerên li Xezeyê, piştgirî dan kampanyayeke hevpar.    Bi banga Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) û tevgera sivîl a kûrewî Avaazê, li seranserî cîhanê zêdetirî 150 rêxistinên medyayê ji bo li Xezeyê rojnameger bên parastin, piştgirî dan kampanyayek hevpar. Mediapart û L’Humanité (Fransa), Le Soir û La Libre Belgique (Belçîka), Frankfurter Rundschau (Almanya), The Independent (Ingilistan), L’Orient-Le Jour (Lubnan) û weşangeriya civakî ya Spanyayê RTVE û gelek saziyên din ên weşanê di nava îmzevanan de cih girtin. Saziyên medyayê ji bo piştevaniya bi rojnamegeran re û ji bo şikandina bêdengiyê, rûpelên xwe yên destpêkê reş kirin.   Li gorî RSF’ê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve li Xezeyê zêdeyî 210 rojnameger hatin kuştin, ji van herî kêm 56 jê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve rasterast hatin hedefgirtin an jî dema li ser wezîfeya xwe jiyana xwe ji dest dan.   Tenê di meha Tebaxa îsal de, di sê êrişên Îsraîlê de 11 rojnameger mirin. Di 25’ê Tebaxê de du guleyên top ên li kompleksa nexweşxaneya El Nasir a li navenda Xezeyê ketin, bûn sedemê mirina 20 kesan. Di nava kesên mirin de 5 rojnamegerên ajansên navneteweyî yên mîna Reuters û Associated Press jî hebûn.   RSF û Avaazê bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku rojnameger bên paratsin.    DAXWAZÊN HATINE KIRIN   Saziyên medyayê yên ku tev li vê kampanyaya di meha Hezîranê de ji aliyê RSF û Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) hate destpêkirin bûne, sê daxwazan dikin:   * Em êrişên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê li dijî rojnamegeran û kuştina wan, şermezar dikin û daxwaz dikin ku ev sûc bêceza nemînin.   * Em dixwazin ku rojnamegerên Filistînî yên bixwazin, bila demildest bên tehliyekirin.   * Em daxwaz dikin ku rayedarên Îsraîlê destûr bide ku çapemeniya navneteweyî bi rengekî serbixwe xwe bigihîne Xezeyê.   Bi mayîna çendek rojan a ji rûniştina 80’an a Lijneya Giştî ya NY’ê re, rêxistinên medyayê bang li civaka navneteweyî kir ku bi rengekî xurt bikeve nava liv û tevgerê û bang li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê jî kir ku ji bo rawestandina êrişên li ser rojnamegerên Fîlîstînî berpirsyarî bigire ser xwe.