ROJEVA 2’YÊ ÎLONA 2025’AN 2025-09-02 09:00:49   * Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyên aştiyê zêde kiriye û got: “Hewceye destûreke bingehîn a li ser esasê hemwelatiya wekhev ku tevahiya civakê qebûl dike were çêkirin.”    * Bulent Gozlu ku piştî 30 salan vegeriya gundê xwe yê ji ber sedemên "ewlehiyê" hatibû valakirin, got: "Divê ji bo vegerê binesaziya pêwîst were avakirin. Ez kêfxweş im ku ez vegeriyame gundê xwe. Ez ê li ser axa xwe têkoşînê bidomînim."    * Danişîna biryarê ya endamên OHD û TUAD ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)