Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn 2025-09-07 15:27:04 SEMSÛR - Mexdûrê erdhejê Alî Geçer ku bi mûçeyê xwe yê astengdariyê debara 5 kesan dike, ji ber ku ji waliyê daxwaza wî ya kar red kirî re got “Ka hûn werin bi mûçeyê astengdariyê mehekê debara xwe bikin”, mûçeyê wî yê astengdariyê hate birîn.    Mexdûrê erdhejê Alî Geçer ku li qada konteyneran a li navenda Semsûrê dimîne û astengdar e, bi daxwaza kar serî li Walîtiya Semsûrê da. Dema Waliyê Semsûrê Mahmût Çuhadar daxwaza wî ya kar redkirî jî jê re got “Heke hûn bikarin hûn mehekê bi vî mûçeyê astengdariyê debara xwe bikin.” Ji ber vê gotinê jî mûçeyê wî yê astengdariyê hate birîn. Geçer, got ku ji ber birîna mûçeyê zehmetiyan dikişîne. Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û aktîvîstên TJA’yî çûn serdana mexdûrên erdhejê.    Di serdanê de Alî Geçer got ku ji 3 parçeyan yek a kezeba wî ya rastê naxebite û gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene. Geçer, da zanîn ku bi daxwaza kar serî li walîtiyê daye lê walî jê re gotiye “tu bi vî halê xwe nikarî bixebitî.” Geçer, got ku bi mûçeyê astengdariyê debara 4 zarokan dike û ji ber birîna mûçeyê zehmetiyan dikişîne.    Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî axivî û xwest tişta bi serê Geçer hatiye anîn were telafîkirin.