Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin 2025-09-16 11:05:40   AMED - Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk ji bo meşa ku dê di 17’ê Îlonê de li Amedê ji bo “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.     Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17’ê Îlonê de bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” li Amed, Wan û Mêrsînê meşên girseyî li dar bixe. Meşa li Amedê dê saet di 16.30’ê de li pêşiya Girtîgeha Tîpa E a Amedê ya berê dest pê bike û heta AZC Plazayê ya li Semta Ofîsê bidome. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar dê tev li meşê bibe. Di meşê de dê daxwaza cîbicîkirina “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî were kirin.    'EM Ê AZADIYA OCALAN BIQÎRIN’   Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Abbas Şahîn, bal kişand ser pêvajoya heyî û got: “Birêz Ocalan ev pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Em ê ji bo cîbicîkirina ‘Mafê hêviyê’ yê birêz Abdullah Ocalan bimeişni. Em ê azadiya birêz Ocalan biqîrin û nîşan bidin ku misogeriya aştiyê ye. Em banga tevlibûnê li tevahiya gelê xwe dikin.”    SAZIYAN BANGA TEVLIBÛNÊ KIRIN    Azîz Ozkan ku di xebatên meşê de cih digire jî got: “Em banga tevlibûnê li tevahiya kedkar, karker û gelê xwe dikin.”    Rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Aydin jî got: “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd em ê li kolanan bin û gelê xwe jî vedixwînin kolanan.”    Hevseroka DBP’a Amedê Rûçem Elyakut jî got: “Em bang li her kesî dikin ku tev li meşa me ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.”    Rêveberê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag jî bal kişand ser girîngiya meşa 17’ê Îlonê û got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan divê meş xurt derbas bibe. Em bang li tevahiya malbat û gelê xwe dikin ku di 17’ê Îlonê de xwedî li Rêberê xwe derkevin.”