Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir 2025-09-17 14:20:34   ENQERE - Civîna 10’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dest pê kir.    Civîna 10’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye vekirin, dest pê kir. Di civînê de dê li akademîsyenan were guhdarîkirin û beriya civînê dê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diaxive.    Di rûniştina ewil a civîna 10’emîn de komîsyon dê li Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglû, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadar; di rûniştina duyemîn de jî dê li Fatih Ulusoy, Huseyîn Oruç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Talha Kose guhdarî bike.