Kurtulmuş: Divê em destê xwe lez bigirin 2025-09-17 15:49:11 ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku piştgiriyeke xurt ji bo komîsyonê heye û got: “Divê em destê xwe lez bigirin, bêyî ku di bin barên giran ên şertên herêmî û kûrewî de bimînin, tavilê aştî û xwişk-biratiya mayinde pêk bînin.”    Civîna 10’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Meclisê dest pê kir.  Di vê civînê de dê li akademîsyenan were guhdarîkirin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di destpêka civînê de axivî û got ku komîsyon bi mitabeqeteke berfireh xwe gihandiye van rojan û got: “Divê em destê xwe lez bigirin û modeleke çareseriyê ya resen a Tirkiyeyê derxin holê.”    ‘KOMÎSYON GIHIŞT MITABEQETEKE BERFIREH’     Kurtulmuş, anî ziman ku komîsyonê xebatên xwe bi mitabeqeteke hevpar gihandiye vê astê û got: “Hêvîdairm em xebatên xwe di demekî herî kin de temam bikin. Dema em li rêjeya partiyên di komîsyonê de cih digirin dinêrin, nêzî ji sedî 95’ê gel piştgiriyê dide komîsyonê. Me heta niha hemû biryarên xwe bi hêza nûnertiya hevpar dan û xebatên xwe anîn vê rojê.”   ‘EM Ê MODELA TIRKIYEYÊ AVA BIKIN’    Kurtulmuş, diyar kir ku zemîneke mitabeqeta civakî ava bûye û wiha pê de çû: “Piştî banga ji Îmraliyê ku dibêje dê rêxistin xwe bi temamî fesix bike û çek bi temamî bên berdan em van civînan li dar dixin. Lewma jî peywira ewil a vê komîsyonê ew e ku li ser navê milet, mitabeqeta sererastkirinên yasayî çêbike. Di vê çarçoveyê de dikarim vê bi aşkerayî bibêjim; hevalên ku em ê îro li vir lê guhdarî bikin, ji Amerîkaya Latîn heta Asya, Efrîqa û Ewropayê, têkildarî çareseriyên li gelek herêmên pevçûnan ên cuda nîqaşên girîng kirine. Dikarim vê bi rehetî bibêjim; xisûsa ku em niha dixwazin pêk bînin ev e, em dixwazin modeleke Tirkiyeyê derxin holê. Em ê hemû gavên ji bo çareseriya pevçûnan di mizakereyên aştiyê de hatine avêtin bi hûr kûr binirxînin. Lê em di ferqa vê de jî ne; em dixwazin modeleke resen a Tirkiyeyê derxin holê.”    ‘DIVÊ EM DESTÊ XWE LEZ BIGIRIN’    Kurtulmuş, axaftina xwe wiha qedand: “Piştgiriyeke mezin ji bo xebatan heye. Heke piştgirî nebûya vê komîsyonê nedikariya yek deqeyê bixebite. Divê em bi qîmeta vê piştgiriyê bizanin. Li rexa din jî divê em destê xwe lez bigirin ji ber ku barê li ser milê Tirkiyeyê ku şertên herêmî û kûrewî bi xwe re tînin her ku diçe girantir dibe. Em mecbûr in ku aştiya mayinde, hizûr û xwişk-biratiyê demek beriya demekê cîbicî bikin.”    Di rûniştina ewil a civîna 10’emîn de komîsyon dê li Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglû, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadar; di rûniştina duyemîn de jî dê li Fatih Ulusoy, Huseyîn Oruç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Talha Kose guhdarî bike.