Ozel: Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye 2025-09-21 13:33:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di Kongreya 22’yemîn a partiya xwe de axivî û got ku ji bo derbeya 19’ê Adarê 60 milyar dolar hatine xerckirin. Ozel, got: “Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye. Dixwazin Tirkiyeyeke bê hilbijartin hebe.”    Kongeya 22’yan a Partiya Gel a Komarê (CHP) li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a li Enqereyê tê lidarxistin. Tekane namzetê kongreyê Serokê Giştî Ozgur Ozel e. Ozel, li gel serokên giştî ên berê Hikmet Çetîn û Mûrat Karayalçin hate navenda çandê.    Ozel, di kongreyê de axivî û got ku îktîdara AKP’ê îktîdareke wisa ye ku destûr ji Serokê DYA’yê Donald Trump girtiye. Ozel, got: “Tayyîp Erdogan, mirovê Trump e. Li pêşberî me îktîdareke ji quretiyê çavên wan sor bûn û ji bo vî welatî nebaş heye. Dema piştgiriya gel xelas bûyî jî êdî ji trena demokrasiyê paya bûn. Pergala hatiye avakirin ne pergala milet e, pergala AKP’ê ye. Di vê pergala reş de cihê refahê tune ye.”    DERBEYA 19’Ê ADARÊ      Ozel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo derbeya 19’ê Adarê 60 milyar dolar hatin xerckirin. Pereyê di 19’ê Adarê de hatiye xerckirin, 30 qet ji pereyê bo cotkaran hatiye veqetandin zêdetir e. 120 qet zêdetirî piştgiriya dê ji bo mûçeyê kêmtirîn were kirin. Heke ev pereye ji bo gel hatibûya xerckirin, ne kesek birçî dima ne jî xizan. Bi derbeya 19’ê Adarê re borsa ji sedî 9 ket, di Hezîranê de ji sedî 5,5 ket, di 2’yê Îlonê de qeyûm tayîn kirin û ji sedî 6 ket. Di 15’ê Îlonê de dema qeyûm tayînî navenda giştî nekirîn jî borsa bilind bû. Di demeke Filistîn di vê rewşê de kurê Trump bi Erdogan re veşarî hevdîtinan dike. Ên me red kirin lê çavkaniyên Amerîkayî piştrast kirin.    BAL KIŞAND SER ŞEVA ÇARŞEMÊ      Hesasiyeta Erdogan a Filistînê tune ye, ji bo domandina îktîdara xwe pêdiviya bi Trump heye. Ne li gorî miletê me, li gorî Trump siyasetê dike. Beriya hevdîtina di roja pêncşemê de ya li Amerîkayê, em ê mitînga xwe ya 56’an ji bo piştevaniya bi Filistînê re li pêşiya Konsolosxaneya Filistînê ya li Eyûpsûltanê li dar bixin. Em her kesî vedixwînin wê derê. Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye. Êdî Tirkiyeyeke bêyî hilbijartin, bêyî sindoq dixwazin.” Bi domdarî Ozel ragihand ku bi beşdariya serokên 81 bajaran rêziknameya xwe amade kirine.