Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû 2025-09-22 10:03:46 ŞIRNEX - Rojnameger Seyît Evran di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dabû. Hempîşeyên Evran, diyar kirin ku ew mamosteyê Çapemeniya Azad û hevalekî baş bû.     Ji kedkarên Çapemeniya Azad rojnameger Seyît Evran, di 22’yê Îlona 2023’yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 54 saliya xwe de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Hempîşe û hevrêyên wî, Evran vegotin. Hêlîn Osman ku di sala 2004'ê de Evran li Herêma Federe ya Kurdistanê nas kir, diyar kir ku vegotina Evran û bîranîna wî peywira wan e û got: “Lêgerîna wî ya heqîqet û azadiyê ji bo her kesî mînak bû. Aliyekî wî wêjeyî aliyek jî rojnameger bû. Mirov behsa kîjan aliyê wî bike kêm dimîne. Jiyana wî lêgerînek bû. Her cihê diçûyê ev lêgerîn dida destpêkirin. Rîtma her stran û muzîkê heye, Heval Seyît jî rîtmekî jiyanê bû. Her gotina wî ya di nava jiyana rojane de wêjeyî bû.”    Helîn Asmîn, da zanîn ku Evran li her çar parçeyên Kurdistanê rojnamegerî kiriye û armanca wî ew bû ku artêşeke çapemeniyê ava bike. Helîn Asmîn, got: “Armanca wî ew bû ku her geşedaneke li Kurdistanê tê jiyîn bi raya giştî re parve bike. Li Rojava Akdemiya Çapemeniyê ava kir û bi sedan xwendekar gihand. Ji Helebê heta Dêrikê her kes heval Seyît nas dike. Heval Seyît di çapemeniyê de mamoste û di jiyanê de hevrêyek bû. Her dayikekê heval Seyît mîna zarokê xwe hembêz dikir. Kesayetekî çêker bû. Bîra Çapemeniya Azad bû. Şehadeta wî ji bo me giran bû. Bi ser re 2 sal derbas bûne lê me hêj jî qebûl nekiriye. Dê bibêjî qey çûye nûçeyekê û dê rojekê vegere. Dema min cara ewil ew nas kirî bandoreke mezin li min kir. Di destê wî de kamera hebû. Şehîd Xelîl Dag pê re bû. Piştre me li gelek cihan bi hev re xebat meşandin. Li her cihê diçûyê çîrok kom dikir. Herî dawî em bi hev re li Şehbayê li cihên dîrokî geriyan. Ji min re got ‘Van keviran tevekan li bîra xwe xêz bike û ji bîr neke. Ev ji bo me dîrok e.’  Em bi hev re derketin Keleha Helebê. Destên xwe vekir û got ‘Bayê azadiyê bikişînin hundirê xwe.’ Ji Helebê gelek hez kir. Parçeyeke ji dîrokê bû. Weke hevalên wî yên têkoşînê, tevî hemû zehmetiyan jî em ê di rêya wî de bimeşin. Heta ku em xeyalên wan pêk tînin jî em ê yek kêliyê jî nesekinin.”       DÎLAN DÎLOK: HER TIM DI NAV GEL DE BÛ   Rojnameger Dîlan Dîlok ku di sala 2015’an de li Akademiya Çapemeniyê Evran nas kir jî got ku Evran di her kêliya jiyana xwe de hîn dikir. Dîlan Dîlokê got: “Heval Seyît, bîra Çapemeniya Azad bû. Heta di dema sihbetê de jî perwerde dikir. Bi wî re me bîra xwe jî winda kir. Yek ji wan kesayetan bû ku hevrêtiya jin û zilam di xwe de herî baş jiyanî kiribû. Kesayeta herî jê hez nedikir ew bûn ên lêkolîn nedikirin. Ji yên nedipirsîn û di nava tekane qalibekî de dijiyan dûr disekinî û digot; ‘Tiştekî ku li wî/wê zêde bikim tune ye, wî/wê xwe girtiye.’ Ji heft salî heta heftê salî her kesî jê hez dikir. Pir kêm caran mirov di dît ku rûdine ser maseyê. Her tim di nav gel de bû. Weke xwendekarên wî em ê hewl bidin hejayî wî bin. Hewldana wî ya ji bo têkoşîna gel bigihijîne hemû kesî nûwaza bû. Felsefeya ‘Jibîrkirin xiyanet e’ ji xwe re esas digirt. Em jî dê wî ji bîr nekin.”    LAVA ÎBRAHÎM: HÊJ JÎ RÊ NÎŞANÎ ME DIDE   Ji xwendekarên Evran,  Lava Îbrahîm jî anî ziman ku Evran lêgerînerê heqîqetê bû û wiha got: “Di vê oxirê de gelek bedel da. Bû bîrek. Di her kêliya jiyanê de li pey heqîqetê bû. Ji bo Çapemeniya Azad dibistanek bû. Min, ew li Akademiya Çapemeniyê nas kir. Çendek meh beriya şehîd bibe me hev nas kir. Di her bihosta Rojava de keda wî heye. Li Rojava ji dayik nebûbû lê cihê ku wî nas nedikir nema bû. Yên ku ew nas nedikirin digotin qey di tevahiya jiyana xwe de li vir jiyaye. Mirov çi jê pirs bikira, bersiva wê dida. Her tişta mirov mereq dikir, mirov bi dilrehetî jê dipirsiya. Di dersa ewil de îşaret bi wêneyên şehîdên Çapemeniya Azad kir û pirs kir bê ka kî ne. Hin hevalan ew nas nekirin. Wî jî xwe aciz kir û got; ‘Heke hûn rojnameger bin, divê ji ewil hûn mereq bikin.’ Ji wê rojê şûnde her 32 kesên di akademiyê de ew gotina wî li bîra xwe xêz kirin. Rojnamegerî bi me da hezkirin û hesta min a mereqê zêde kir. Demekî kin piştî perwerdeyê jî heval Seyît şehîd bû. Em ê xwedî li mîrasa wî derkevin. Bi ser re du sal derbas bûn lê nîşeyên dersên wî hêj li cem min in û her carê lê dinêrim. Hêj jî rê nîşanî me dide. Piştî şehadeta wî, gelek kesan ew nas kir û tev li Çapemeniya Azad bûn. Piştî şehadeta xwe jî Çapemeniya Azad mezin kir. Baş e ku em xwendekarên wî bûn. Em ê heta dawiyê li wê mîrateya di peyama xwe ya dawî de destnîşan kiribû xwedî derkevin.”    NÛR HESEN: EM Ê DI RÊYA WÎ DE BIMEŞIN    Nûr Hesen ku 3 sal berê li akademiyê Evran nas kiribû jî ev tişt anî ziman: “Min heval Seyît li wir nas kir. Mirov der heqê wî de çi bibêje dê kêm bimîne. Çapemeniya Azad ji bo wî dibistanek bû. Li her çar parçeyên Kurdistanê xebitî. Hevalekî jê dihat hezkirin bû. Her tim dikeniya. Her kesî ew nas dikir. Temenê wî mezin bû lê her tim bi ciwanan re bû. Bi zarokan re zarok bû. Ji bo min dibistanek bû. Ew ê tu caran neyê jibîrkirin. Di hevnaskirina ewil de ji min xwest ku soz bidim dê di rêya Çapemeniya Azad de bimeşim. Ez niha wê soza xwe dîsa dubare dikim. Em ê di wê rêya wî nîşanî me dabû de bimeşin. Ez bişens im ku min ji wî perwerde girt. Xwendekarên wî îro li her derê li pey şopa heqîqetê ne. Di her xebata xwe de wêneyê wî li cem me ye. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”    MA / Emrullah Acar