Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin 2025-09-23 16:44:20 ENQERE - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaşê xwest ÎHÎK li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumluyê ku girtiyan digot rastî tundiya fîzîkî ya gardiyanan hatine, lêkolîn were kirin û li girîgehê venêrin were kirin.    Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye. Şandeyeke ji parêzeran pêk dihat li girtîgeha behsa xeberê lêkolîn kir û binpêkirinên heyî piştî vê serdanê jî berdewam kirin. Girtiyan, ji Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaşê re nameyek şandin û binpêkirinên sîstematîk ên li girtîgehê vegotin. Girtiyan, diyar kirin ku gardiyanên li girtîgehê û sergardiyan gefan li wan dixwin û êrişî wan kirine. Di nameyê de hate gotin ku sergardiyan gelek caran gefa “Hûn ê bibînin ez ê çi bi serê we bînim” li wan xwariye. Girtiyan, got ku di 26’ê Tebaxê de li dijî girtiyan êrişa fîzîkî hatiye kirin û piştî van êrişan jî destûr nehatiye dayin derkevin tu çalakiyan.    Meral Daniş Beştaşê serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. Meral Daniş Beştaşê di serlêdana xwe de got ku gef û êrişên personelên girtîgehê yên li dijî girtiyan hem li dijî Qanûna Têkildarî Înfazkirina Cezayê û Tevdîrên Ewlehiyê ye hem jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.    Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku parastina can, rûmet û mercên jiyaneke însanî berpirsyartiya dewletê ye û hat xwestin ku ÎHÎK li girtîgeha behsa xeberê bi awayekî rêk û pêk venêrînêbike û têkildarî encamê jî agahiyan bi wê re parve bike.