DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin 2025-09-24 09:25:18   MÛŞ - DAD, amadekariya ku li navçeya Gimgim a Mûşê şaxekê veke dike. Alî Asker Bîngol ku wekî hevberdevkê şaxê hatiye diyarkirin, got ku ew ê li Gimgimê ji bo têkoşîna li dijî asîmîlasyon û înkarê xeta têkoşînê ava bikin.    Elewiyên ku di tevahiya dîrokê de bi komkujî û asîmîlasyona bawerî re rû bi rûmane, têkoşîna xwe ya li dijî asîmîlasyon û înkarê didomînin. Elewiyên ku gelek caran bi komkujiyên wekî Sêwaz, Mereş, Koçgirî û Dêrsimê re rû bi rû mane, armanc dikin ku bi rêya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk torên xwe yên têkoşîna li dijî asîmîlasyonê berfireh bikin û daxwaza hemwelatîbûna wekhev, naskirina baweriya wan û bidawîanîna polîtîkayên înkarê bikin. Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) ku bi salan e ji bo nasnameya elewîtiyê têdikoşe, amadekariyan dike ku li navçeya Gimgim ya Mûşê, navçeyeke ku bi piranî elewî lê dijîn, şaxekê vek. Alî Asker Bîngol wekî hevberdevkê şaxê hatiye diyarkirin, diyar kir ku wan amadekariyên xwe temam kirine û piştî ku prosedurên pêwîst temam bibin, dê li Gimgimê şaxekê vekin.   Bîngol got ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên baweriyê yên elewiyên li Gimgimê dijîn û ji bo ku elewîtiyeke li gor elewîtîya Rea Heq pêk bînin, bixebitin. Bîngol da zanîn ku li Gimgimê nêzîkî 50 gundên elewiyan hene û got: "Li navçeyê pirsgirêkeke cidî ya koçberiyê heye. Ez şaş bim nifûsa me, tevî gundan, niha 30 hezar e. Nêzîkî nîvê vê yekê elewî ne û nîviyê din jî sunnî ne. Bi rastî, di tevahiya dîrokê de, elewî her tim bi zilm, înkar û asîmîlasyonê re rû bi rû mane. Di komkujiyên Dêrsim, Sêwaz, Meraş û Çorumê de û di roja me ya îro de di bûyerên Gaziyê de, elewî bûn hedef. Di nav vê pergalê de, di vî şerî û aloziya li Rojhilata Navînê de, elewî bi gefan re rû bi rû ne; wekî ku me li Sûriyeyê jî dît. Civaka elewî pirsgirêkeke xwe ya baweriyê heye. Pirsgirêka wan a pêşxistina baweriya xwe û xweparastinê xwe heye. Rastiyeke gel a wekî belawelabûn, bêxwedî, bê sazî û polîtîkaya asîmîlasyonê heye. Ji bo bersivdayîna vê yekê û rabûna li dijî asîmîlasyonê, me ev xebat da destpêkirin ku elewî karibin baweriya xwe li ser bingeha Ra Heq a rastîn pêk bînin."   'NETEW-DEWLET DIXWAZE GELAN BIHELÎNE'   Bîngol destnîşan kir ku dewlet di dîrokê de hewl daye ku her tim gelan di bin netew-dewletê de bihelîne û got ku ji civakên herî zêde ji vê bandor bûne yek jê civaka elewî ye. Bîngol wiha domand: "Mînaka vê yekê Serokatiya Elewî-Bektaşî ye ku di bin Wezareta Çandê de hatiye avakirin. Ev di esasê xwe de têgihîştina dewletê ye ku 'Ger elewîtî hebe û were qebûlkirin, divê di bin banê min de, di nav sînorên min de be.' Elewîtî ne  baweriyeke wisa ye. Elewîtî, her gav xwedî taybetmendiyeke civakî ya xwezayî, exlaqî û siyasî ye û pergaleke ku îro jî pîvanên komunî dihewîne."    'DIVÊ ELEWÎ XWERÊVEBERIYAN AVA BIKIN'   Bîngol ku bang li Elewiyan kir ku li dijî zilm û asîmîlasyonê rabin, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi Bangewaziya Civaka Demokratîk re, di pêvajoya ku Tirkiye ketiye de, em dixwazin ku Elewî li ser esasên nêzîkatiya Rea Heq werin cem hev, xwerêveberiya xwe û saziyên xwe biafirînin û di nav van saziyan de zîyar-dîyarên xwe ava bikin. Xebata me ya di vî warî de dê bi awayekî plansazkirî û rêxistinkirî bidome. Hewzeya elewiyan a Xinûs û Kanîreşê jî tê de, em ê bi şaxan û sazûmaniyê bersiva van pêdiviyan bidin. Em her wiha dixwazin ku gelê me di vî warî de piştgiriyê bide xebata Komeleya Elewiyan a Demokratîk û beşdar bibe. Mixabin, saziyên elewiyan ên ku bi têkoşînê derketine holê, ji dêvla ku pirsgirêkên baweriyê çareser bikin, li şûna wê ew bûn parçeyeke ji asîmîlasyonê. Em hêvî dikin ku ev sazî vegerin eslê xwe yê rastîn û baweriya xwe li gorî xwezaya xwe ya rastîn bijîn."