Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin 2025-09-26 09:04:30   WAN - Ji 223 karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistin Sînan Yilmaz, ji ber ku ferzkirina sîxurtiyê ya kesên ku xwe wekî polîsan dan naskirin qebûl nekir, bi revandinê û zirardayîna li malbatê gef lê hatin xwarin.    Yek ji kiryarên pêşîn ên qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, ji kar derxistina karkeran bû. Qeyûm, 223 karker ji kar derxist. Li gor îdiayê, ji van karkeran Sînan Yilmaz, bi mehan e bi gefên polîsan re rû bi rû ye û tê şopandin. Yilmaz, diyar kir ku polîsan jê re gotiye, "Em diçin qereqolê" lê ew birine kafeyekê û sîxurtî lê ferz kirine. Yilmaz, got ku her carê polîs jê re dibêjin dosyeyeke wî ya vekirî heye. Yilmaz, anî ziman ku polîsan pêşniyaz lê kirine ku "Heke tu alîkariya me bikî, em ê te ji vê dosyeyê xelas bikin" û ji ber redkirina pêşniyazê bi zarok û malbata wî gef lê hatine xwarin.    FERZKIRINA SÎXURTIYÊ   Yilmaz, diyar kir ku di hefteya yekem a Çileyê de dema ku ji kar vedigeriya malê ew hatiye şopandin û got ku piştî gihîştiye malê, telefona wî lê ketiye û jê re hatiye gotin ku divê ew were qereqola polîsan îfadeyeke wî heye. Yilmaz, anî ziman ku polîsan ew ji malê hildane û got: "Em çûn kafeyekê, ne qereqola polîsan. Polîsan ji min re gotin ku ew bi taybetî ji Enqereyê hatine Wanê û li vir xebatekê dimeşînin. Wan got ku ew ji bo vê xebatê, pêşî pêwendiyê bi kesên ku berê hatine girtin re datînin û alîkariyê ji wan dixwazin. Teklîfa vê bo min kirin. Min ji wan re got ku min ji doza xwe ya berê beraet kiriye û niha tu dosyeyên min tune ne. Piştî demeke kurt, heman hejmarê gelek caran telefonî min kir. Min di destpêkê de red kir, lê paşê min bersiv da."    ‘EM Ê ALÎKARIYÊ BIKIN’   Yilmaz, bilêv kir van kesan di meha Nîsanê de dîsa bi fizîkî ew şopandine û got ku ji ber vê ew zûzûka li wesayîtekê reş hatiye siwarkirin. Yilmaz, anî ziman ku piştî ku li wesayîtê hatiye siwarkirin, wî ji wan re gotiye ger pirsgirêkek hebe ew dixwaze biçe midûriyeta polîsan û got: "Wan ji min re got ku şahidekî veşartî heye û çûna te ya Îranê dide der ku têkiliya te bi rêxistinê re heye. Min jî pirsî ger delîleke we ya bi vî rengî hebe, çima hûn min nabin midûriyeta polîsan. Wan ji min re got ku ew dixwazin alîkariya malbata min bikin, ji ber ku rewşa min a aborî ne baş e, ew ê bi rêya komeleyan alîkariya min bikin û ku ew ê min vegerînin ser karê min. Min her tiştê ku wan pêşkêşî min kir red kir. Dema ku min red kir, wan gef li min xwarin ku dosyeyê vekin. Ji min re gotin ku ew ê sibê dosyeyê radestî dozgeriyê bikin û 27 sal cezayê girtîgehê bidin min. Min ji wan re got, 'Heta 127 sal ceza jî bixwim ez vê qebûl nakim.' Ji min re gotin, 'Tu yê tev li rêxistinê bibî ka li Îranê çi dike? Pêkhateya wê çi ye? Tu yê her tiştê ku di nav partiya siyasî de heye ji me re bînî.' Ji min re gotin ku heke ez alîkariya wan nekim, xelasî tune ye. Min red kir û roja din dîsa gazî min kirin û gef li min xwarin."   Yilmaz, diyar kir ku ew di 17'ê Îlonê de li Wanê beşdarî meşa "mafê hêviyê" bûye û got ku roja din polîsan dîsa telefonî wî kiriye. Yilmaz, got: "Wan ji min re, wekî ku gefê li malbata min dixwin, gotin ku heta sibê dema te heye û ev ê ji bo malbat û zarokên min nebaş be. Min ji wan re got ku ew nikarin li ser vê yekê gefê li min bixwin û ger dosyeyeke min hebe ez amade me biçim dadgehê. Ger sibê dusibe tiştek bê serê malbata min û zarokên min were, berpirs polîs û dewlet in."