Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike 2025-09-26 09:59:16   ENQERE - Komîsyona li Meclisê bernameya xwe guherand û biryar da ku li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, li derdorên cuda guhdarî dike. Komîsyonê, bernameya xwe ya vê hefteyê guherand. Komîsyonê, bernameya xwe ya guhdarîkirina rêxistinên jin û ciwanan betal kir û biryar da ku li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.    Têkildarî guhertina behsa xeberê tu daxuyaniyên fermî nehate kirin. Her wiha ne diyar e ka dê komîsyon kengî û li kîjan rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.