Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin 2025-09-29 11:33:49 AMED - Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo meşa ku dê di 1’ê Cotmehê de bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve were lidarxistin,banga tevlibûnê kir.   Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî meşa jinan ku dê di 1’ê Cotmehê de bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” û bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve were lidarxistin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî da.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ahmet Dogan, diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 250 jin dê di 1’ê Cotmehê de bimeşin. Dogan, anî ziman ku heya Abdullah Ocalan azad dibe, ew ê çalakiyên xwe mezin bikin û bidomînin. Dogan, got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd wê bibe wesîleya azadiya jinan û gelên din jî. Lewma em bang li hemû hevalên xwe dikin ku 1’ê Cotmehê werin Dûraka Çeşme ya li pişt AVM a Ceylan Karavîlê.”   ‘EM DI MEŞA HÊVIYÊ DE CIH BIGIRIN’      Hevseroka DBP’ê Rûçem Vefa Elyakut jî destnîşan kir ku ew ê bi bawerî û biryardariyeke mezin vê meşê lidar bixin û got: “Di meşê de wê 5 daxwaz, 7 xal û 7 sernav pêk bên. Em ê meşa xwe li Amedê bidin destpêkirin û li Enqereyê bi komcivînê bi dawî bikin. Wê li Riha, Dîlok, Edene, Mersîn û Enqereyê temam bibe. Di vê meşê de em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û sîstema li ser esasê aştiya civakî daxwaz bikin. Em bang li hemû jinan û gelan dikin; her jinek gavek e, ger gavek berxwedanek, her berxwedanek jî hêviyek e. Werin em di vê meşa hêviyê de cih bigirin. Em ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û ya hemû gelên cîhanê bi hev re bimeşin û dengê xwe bilind bikin.”