Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome 2025-09-29 15:18:23 AMED - Xetereya li ser jiyana civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, didome.    Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî di 27’ê Îlonê de beşdarî 9’emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bû û li wir xwîn çû ser mejiyê wî. Tedawiya Beşîkçî ya li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê didome. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê Mehmet Nûr Ulus têkildarî rewşa Beşîkçî agahî da û got ku niha xwîn naçe ser mejiyê Beşîkçî lê ji ber ku xetereya li ser jiyana wî didome, li beşa lênihêrtina awarte tê ragirtin.    BUCAK: REWŞA WÎ STABÎL E     Serdanên li nexweşxaneyê jî didomin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak piştî serdanê axivî û got: “Bijîşk dibêjin ku rewşa Îsmaîl Xoce stabîl e. Rewşekî neyînî nîne û xwîn jî naçe ser mejiyê wî. Lê dîsa jî xetereya jiyanî didome. Li gel xetere didome jî hişê Îsmaîl Xoce vekirî ye. Nîşan dide ku rewşa wî ya giştî ber bi başiyê ve diçe. Pir kin be jî me dît û silavên Amediyan jê re got. Wî jî silavên xwe ji xelkê Amedê re şand. Keniya û refleksên Îsmaîl Xoce baş bûn. Bijîşkên me jî wisa dibêjin. Em careke din şîfaya xêrê jê re dixwazin.”