Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin 2025-10-02 09:04:33   MÊRSÎN - Abdullah Muhammed Çîçek ku li Colemêrgê ji dayik bûye, 46 salan bê nasname jiyaye. Çîçek dê ji ber vê were dersînorkirin.   Abdullah Muhammed Çîçek, di sala 1969'an de li gundê Kelêtan ê Colemêrgê ji dayik bû, di sala 1975'an de di pevçûnên di navbera hêzên Iraqê û Pêşmergeyan de di bombebaranekê de dayika xwe Meryem Çîçek û bavê xwe Muhammed Çîçek winda kir. Çîçek ku di zarokatiya xwe de bê dê û bav ma, di qeyda nifûsê de nehatiye qeydkirin û ji ber vê yekê heta sala 2006'an nasname wernegirtiye.   Çîçek ku bi "nasnameya penaberiyê" ya ku di sala 2006'an de hatibû dayîn dijiya, mafê hemwelatîbûnê wernegirt. Sedema redkirinê ew e ku belgeyên nasnameya wî di sala 1984'an de di pevçûnên li navçeya Çelê ya Colemêrgê de hatine şewitandin.   Rêveberiya Koçberiyê ya Bajêr a Mêrsînê biryara dersînorkirinê der barê Çîçek de da. Doza Çîçek a ji bo betalkirina vê biryarê di 29'ê Mijdara 2024'an de ji aliyê Dadgeha Îdarî ya 1'emîn a Mêrsînê ve hat redkirin. Îtîraza wê ya ji bo betalkirina biryarê jî di 19'ê Îlona 2025'an de ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya Edeneyê Edeneyê ve hat redkirin. Bi vî awayî, Çîçek dê were dersînorkirin.   'EZ BÊ WAR IM'   Abdullah Muhammed Çîçek, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Bavê min bazirgan bû û dema li ser sînorê Iraqê dixebitî bi dêya min re zewicî. Dema ez 5 salî bûm dê û bavê min di bombebaranê de mirin. Mamên min piştgirî nedan min, ji ber vê yekê ez heta 15 saliya xwe di malên cuda de mezin bûm. Paşê, ez wekî şivan û karkerê înşaetê xebitîm. Li Enqereyê ji min re gotin, 'Bêyî nasnameyê ne mimkûn e2 ji ber vê yekê min serlêdan kir. Lê gava xizmên min piştgirî nedan min, dewletê nasnameyek penaberiyê da min. Ez 20 sal in her hefte îmze didim. Dozên ku min vekirin hatin redkirin. Niha ez têm dersînorkirin. Ez ne iraqî me; ez welatiyê Tirkiyê me. Ez bê war im. Ez dixwazim hemwelatîbûna min were dayîn û dengê min bê bihîstin."   MA / Abdûlkadîr Ayten