'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’ 2025-10-02 12:19:21 ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku hêviya wan ew e ku pêşniyarên ji bo Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin  Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, civîna xwe ya 13’an dike. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di destpêka civînê de axivî û got ku êdî ber bi dawiya qonaxa guhdarîkirinê tên û got: “Hêvîdarim em di demekî herî kin de axafftin, guhdarîkirin û mizakereyên xwe yên li vê derê temam bikin û tevdîrên pêwîst ên ji bo pêvajoya piştre, çarçoveya gavên pêwîst bi raporeke berfireh komî serhev bikin û pêşniyarên xwe pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin.”    Di rûniştina ewil a civînê de ku dê bi pêşengtiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bê lidarxistin, li Komeleya Hiqûqnasan, Enstîtûya Hiqûqê ya Tirk, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Parêzerên Sosyal Demokrat (SODAD) û Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) guhdarî bike. Di rûniştina duyemîn de jî dê li Prof. Dr. Abdurrahman Eren, Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem, Prof. Dr. Îlhan Uzulmez, Prof. Dr. Mahmut Koca û Prof. Dr. Bahrî Ozturk guhdarî bike.