Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike 2025-10-04 09:17:45 WAN - Salih Olmez, xwediyê Sevgi Apartmanê ya li navçeya Erdîşê ku di erdheja 2011'an de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi kana qûmê ya li ser Çemê Zîlanê çêkirî dest bi talankirina xwezayê kir. Muteahîd Salih Olmez ku bi hilweşîna Apartmana Sevgiyê ku di sala 2011'an de, di erheja Wanê de li navçeya Erdîş a Wanê hilweşiya û bû sedema mirina 39 welatiyan, di bîranînên wî de maye, niha jî bi wêrankirina xwezayê di rojevê de ye. Salih Olmez, bi kaneke qûmê ku li ser Çemê Zîlanê çêkiriye dest bi wêrankirina xwezayê kir. Sê kanên qûmê û xîçê û tesîseke hûrkirinê dixebitin. Çalakiyên kana qûmê ya li ser Çemê Zîlanê hatiye çêkirin, gefê li cureyên çûkên parastî û nebatên endemîk û her wiha cureyên masiyan dixwe.   Her çend ev çem hem wekî bîrekê û hem jî bi cureyên zindî yên ku tê de dijîn cihekî girîng digire jî, hebûna wê ji ber kana qûmê ya ku ji hêla kesekî bi navê Salih Olmez ve li ser hatiye çêkirin û navê wî di gelek binpêkirinan de cih digire, di bin gefê de ye.   Ji ber xebatên madena qûmê, cihokên avê yên gundan bi xetereya zuwabûnê re rû bi rû ne. Li kana qûmê ya li taxa Çelebibaxê hatiye avakirin, makîneyên giran li ser çem dixebitin. Kamyonên tijî qûm ji çem bi berdewamî tên veguhastin, ev yek jî rêya herikînê ya çem xera dike. Qûm û xîçên ku li beşeke mezin a herêmê tên veguhastin, dibin sedema ku gundî di warê çêrandina heywanên xwe de zehmetiyê bikişînin. Xetera lehiyê di çem de zêde dibe û li deverên ku qûm lê tê derxistin jî xetera hezazê zêde dibe.    Nehat hînkirin ku ji bo van xebatên li ser Çemê Zîlanê tên kirin destûr ji kîjan saziyê hatiye xwestin û rapora wê ya ÇED'ê he ye yan na.    MA / Zeynep Dûrgût