Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir 2025-10-04 16:01:54   AMED - 2'yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir.   Bi Pêşengiya Şaredariya Erxeniyê 2'yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê li ber şikeftên Hîlarê dest pê kir. Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Amedê, hevserokên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê, hevşaredarên navçeyên Amedê, nunerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî mihrîcanê bûn.   Li qada şahiyê gel dest bi çêkirina xwarinan kir. Mêvan û gel jî çun li cîhê cara yekem a runiştandinê geriyan. Piştre li qadê xwarinên kû hatine amadekirin xwarin û govend gerandin.   Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken bal kişand li ser girîngiya şikeft û herêma Hîlarê û got: “Ev der cara yekem di cîhanê de cîhê genim, çandinî û rûniştinê ye. Dîrokê liv vir dest pê kir. Em her dem vê pirse li xwe dikin em li kuderê hatine gelo. Piştre em vê tiştê dibêjin em li vir bune, em li virin û emê her tim li vir bin. Ji bo vê ev mihrîcan ji bome pîroze. Hûn hemû bi xêr hatin mihrîcana Hîlarê ya 2yemîn.”   Mihrîcan dê saet 19:00an de bi stranên û klamên Jin MA û dengbêjan wê berdewam bike.