Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin 2025-10-05 11:03:07   ŞIRNEX – Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê Emîne Erkuş diyar kir ku divê aştî bi avakirina gorên hatine bomberankirin ve bê destpêkirin û got: “Dewleta ku bi Kurdên mirî re li hev neyê dê bi yên zindî re çawa li hev were?”   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, didome. Tevgeriya Azadiyê ya Kurd li ser banga Abdullah Ocalan, di nava salekî de gavên girîng û şênber avêtin lêbelê dewletê hêj gaveke şênber ji bo pêvajoyê neavêtiye. Li gel vê yekê qedexe, tundî û êrişên berfireh didomin. Şîna cangoriyên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, tên bi awayeke bêhiqûqî astengkirin. Gorên PKK’îyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, hêj rûxandî ne. Yek ji van goristanên ku hatine rûxandin Goristana Şehîd Rojhat Bêlûzerî ya ku li qada Besta ya Şirnexê ye. 99 gor li hêrma Xirbkê Bestê hene û di sala 2016’an de bi êrişa leşkeran hatine rûxandin. Gorên ku hatine kavikirin ev 9 sal in nehatine çêkirin.    Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ya Şirnexê Emîne Erkuş, têkildarî restorekirina goran de diyar kir ku komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya de li Meclîsê hatiye avakirin divê erkên xwe bicîh bîne û destnîşan kir ku bêyî lihevhatina bi miriyan re lihevhatina bi zindiyan re ne mimkun e.   ‘NE LI GORÎ OLÎ Û HIQÛQÊ YE’   Emîne Erkuşê, anî ziman ku ev saleke di ser pêvajoyê de derbas bûye  lê li Şirnexê pêvajo hêj nehatiye destpêkirin û ev tişt got: “Em weke komele diçin serdana malbatên ku şînê vedigirin. Ev salek e li Şirnexê şîndanîn tê astengkirin. Malbat dixwazin şînê li mala şînê deynin lêbelê bi awayeke kêfî tê tê astengkirin. Li gorî rêûresmê olî mafê her malbatekî heye ku şîna xwe deynîn, lêbelê ev maf li Şirnexê tê astengkirin. Em ji rayedarên wek walî û muftî dipirsin ji me re dibêjin şîndanîn ne qedexe ye. Dema malbat ji bo şînê diçin mala şînê bi astengî û êrişên polîsan re rûbirû dimînin.”   ‘EM AŞTIYÊ BI AVAKIRINA GORÊN RÛXANDÎ RE BIDIN DESTPÊKIRIN’   Emîne Erkuşê, diyar kir ku rêya aştiyeke rastîn bi lihevhatine miriyên Kurdan re pêkan ê û wiha pê de çû: “Divê Kurdan bi her aweyî qebûl bikin. Divê rêz li şîna Kurdan bê girtin. Dewleta ku bi Kurdên mirî re li hev neyê dê bi yên zindî re çawa li hev were? Kesên ku miriyan re lihev neyê dê bi zindîyanb re jî lihev neyê. Ew nirxên me ne. Me li ser vê axê berdêlên giran dan. Ger înkar bidome dê aştiyeke birûmet çawa pêk were? Niha li herêm Botanê gelek goristanên me hêj rûxandÎ ne. Em aştiyê bi avakirina gorên rûxandî re bidin destpêkirin. Em astengkirina şînan qebûl nakin.”    ‘DIVÊ KOMÎSYON BI RÊZDAR OCALAN RE BICIVE’   Emîne Erkuş, bang li komîsyona Meclisê kir ku sererastkirinên qanûnî di zûtirîn demê de bicîh bîne, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hîn jî di girtîgehan de girtî hene. Gelek jê nexweş in. Girtiyên ku cezayên wan qediyane nayên berdan. Divê hem ji bo girtîgehan û hem jî ji bo ku mafê şînê neyê astengkirin, sererastkirinên qanûnî bên çêkirin. Pêvajo bêyî qebûlkirina hebûna Kurdan pêşnakeve. Divê komîsyon tavilê bi rêzdar Ocalan, aktorê sereke yê vê pêvajoyê re bicive. Bêyî civînê bi rêzdar Ocalan re, xebata komîsyonê bêwate ye. Pêşveçûna pêvajoyê bi gotinên rêzdar Ocalan ve girêdayî ye. Rêzdar Ocalan ji bo aştiyek bi rûmet hewl dide. Tiştên ku rêzdar Ocalan îro gotiye hemû gelê Kurd eleqedar dike. Ger ev hevdîtin pêk were, pêvajo dê di rêyek erênî de pêş bikeve."    MA / Emrullah Acar