Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe 2025-10-05 16:40:10 MERSÎN – Meşvanên ku bi dirûşma "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” di roja 5'an de li Mersînê ji aliyê girseyê ve hate pêşwazîkirin, girseyê bang li vekirina rêya sîyaseta demokratîk kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma  "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş ji Amedê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin û di roja 5’an de meşa jinan gihîşt Mersînê. Li Parka Barişê, bi pankarta "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin", bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî, azad bikê rebertî", "Mafê hêviyê nayê taloqkirin", "Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye" û "Bê Serok jiyan nabe" ve jin meşiyan û ji aliyê girseyê ve hate pêşwazîkirin. POSTERÊ OCALAN HAT DALIQANDIN Piştre girseyê bi hev re ber bi avahiya navçeya Akdenîz a DEM Partiyê ve meşiya. Girseyê li vir bi stranan û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" govend gerandin, li ser avahiya partiyê pankarta "Şoreşa zîhniyeta Rêbertiya me hêvîyê geş dike" hat daliqandin. Dû re bi fîşekên hewayî posterê dîwê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji avahiyê hat daliqandin. PEYAM HATIN XWENDIN Di çarçoveya bernameya de, pêşî peyama Ocalan a ji bo meşvanên jin hat xwendin. Piştre peyamên Komeleyên Elewî yên Demokratîk ên Ewropayê, Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlamentera berê ya girtî Semra Guzel hatin xwendin.   'DIVÊ KOMÎSYON YEKSER BI OCALAN RE HEVDÎTIN BIKE' Piştre aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarica axivî û destnîşan kir ku gava yekemîn a aştiyê, şikandina tecrîdê û vekirina zemîna demokratîk e. Eylem Saricayê diyar kir ku daxwazên wan zelal in û ew azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin. Eylem Sarica anî ziman ku erka mezin dikeve ser milê komîsyona ku di Meclîsê de hatiye avakirin û got: "Navnîşana çareseriya demokratîk di Îmraliyê re derbas dibe. Xwestina azadiya fîzîkî ya Ocalan ne tenê azadbûna kesekî ye, lê azadbûna felsefeyekê, azadbûna jinan e." Piştî axaftinan sînevîzyon hat nîşandan, jinên ku îro li Mersînê dimînin, wê sibe ber bi Enqereyê ve bimeşin.