Belavoka 'Aştî mafek e' hat belavkirin 2025-10-11 16:22:23   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD a Îzmîrê, bi daxwaza "Aştî mafek e" li Kolana Alsancak Kibirs Şehîtleriyê belavok belav kirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi daxwaza "Aştî mafek e" li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê belavok belav kirin û çalakiya lênûska aştiyê li dar xist Di çalakiyê de naveroka belavokê ku sernavên wekî "Aştî çi ye?", "Banga dawî: Niha aştî", "Mafê aştiyê çi ye?" "Bîranîna 10'ê Cotmehê", "Girîngiya aştiyê" tê de hebûn, hat xwendin.    Belavkirina belavokan li Kolana Alsancak Kibris Şehîtlerî heya avahiay OSYM'ê dewam kir.    Çalakî li vir bi dawî bû.