Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike 2025-10-12 11:45:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Dokûmantera “Vejîna Kurd” ku ji hêla Komuna Dokûmanterê ya Gulistan TARA’yê ve weke sê sezonana hatiye amadekirin, di roja çarşemê de dê fînala sezona xwe ya ewil bike.    Dokûmantera “Vejîna Kurd” ku ji hêla Komuna Dokûmanterê ya Gulistan TARA ve hatiye amadekirin, fînala sezona yekemîn dike. Dokûmanter, li ser Medya Haber TV û Stêrk TV’yê tê weşandin.   Vejîna Kurd wê roja Çarşemê li Stêrk TV bi “Fîşeka Destpêkê” weke beşa 28'emîn û ya dawî ya sezona destpêkê bê weşandin. Di beşa fînalê ya dokûmanterê de wê gavên fermandarê mezin ê Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an Mahsûm Korkmaz bê şopandin, bûyerên wê demê bêne nîşandan û bandora vê çalakiya mezin a li çar parçeyên Kurdistanê, li nav û derveyî PKK'ê û li zindanan bi vegotinên şahidan bê nîşandan.   Dokûmanter piştî navbereke Kurd wê pêvajoya ji Pêngava 15'ê Tebaxê heta bi Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi sezona nû bi navê "Vejîna Duyemîn" careke din li ser ekranên Stêrk TV û Medya Haber TV'ê bê weşandin.