Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist 2025-10-12 16:22:45 ÊLIH - Mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” ya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi dawî bû. Piştî mitîngê, ciwanan meş li dar xist.  Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Azadiyê” mitîng li dar xist. Mitîng, bi dawî bû. Di mitîngê de bi hezaran kesan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Mitîng, bi konsera hunermend Xêro Ebas bi dawî bû. Di mitîngê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştî mitîngê jî ciwanan li kolanan meş li dar xist. Ciwanên ji Xaçerêya Dortyolê heta Taxa Îpragazê meşiyan, stranên berxwedanê gotin û gelek caran dirûşma “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” berz kirin. Ciwanan li kolanên taxan jî meş li dar xist.