'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje' 2025-10-16 09:06:39 MÊRSÎN - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve û xwestin ku komîsyona li meclisê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê  bike û dewlet ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên berbiçav bavêje.   Çendî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir berdewam bike jî, rastiya ku desthilat û dewletê gavên berbiçav neavêtine û komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin hîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye, dibe sedema bertekan.   Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Çukurovayê Fûat Yemen bal kişand ser ku pêvajo bi awayekî yekalî berdewam dike û got: "Birêz Abdullah Ocalan bang li rêxistina xwe kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî. PKK li pey vê bangê çû û xwe fesix kir, endamên wê çekên xwe şewitandin. Lêbelê, dewletê tu rêziknameyên qanûnî bicîh neaniye û rê li ber aştiyê venekiriye. Rêveberiya girtîgehan û lijneyên çavdêriyê biryarên dadgehê bicîh naynin û pêvajo tê dirêjkirin. Mînak, girtiyek ku di sala 1994'an de hatiye girtin, tevî ku divê di sala 2024'an de were berdan jî, hîn jî li girtîgehê ye. Pêkanînên tecrîdê rê li ber serbestberdana bê şert û merc a girtiyên digirin. Komîsyon hîn jî bi Ocalan re hevdîtin nekiriye. Wekî DBP, em bawer dikin ku divê komîsyon bi lez biçe Îmraliyê da ku pêvajo pêşve biçe. Li hember van hemû pêşketinan, wekî muxalefeta civakî, divê em di nav gel de bin û peyamên ku Ocalan dixwaze bigihîne gel ragihînin."   GAVNEAVÊTINA DEWLETÊ     Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçberiyê ya Çukurovayê (GOÇÎZDER) Raziye Saîtoglûyê diyar kir ku pêşveçûna yekalî ya pêvajoyê baweriya gel qels kiriye û got: "Nebûna gavavêtinê ji aliyê dewletê ve ne tenê pêvajoyê radiwestîne, di heman demê de hêviya gel jî xera dike. Binpêkirinên mafan û polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan di heman demê de wekî pergala zilmê li derveyî welêt jî xwe nîşan didin; ev yek ji sedemên bingehîn ên ku koçberiyê diafirîne. Nehevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re tê vê wateyê ku qonaxa herî krîtîk a pêvajoyê netemam dimîne. Wekî GOÇÎZDER, em bawer dikin ku aştiyek ku bi îradeya gel tê rêvebirin mimkun e û em bi biryar in ku li hember vê bêdengiya yekalî hevgirtina civakî ya li ser bingeha rastî û edaletê xurt bikin."   Hevserokê GOÇÎZDER'ê Mehmet Ali Oral jî diyar kir ku koçberî di nav astên herî krîtîk ên pêvajoyê de ne. Oral diyar kir ku pêvajo hem ji ber vegeran û hem jî ji ber astengiyên qanûnî pêş ve naçe û got: "Di serdana me ya Komîsyona meclisê ya 17'ê Hezîranê de, me ji Komîsyona meclisê  re ragihand ku malbat ji ber valakirina gundan û nerakirina deverên qedexekirî nikarin vegerin. Divê cerdevantî were rakirin û divê çêrgeh û daristan werin azadkirin da ku çandinî û xwedîkirina heywanan bê kirin. Wekî komeleyekê, me rapora xwe pêşkêşî komîsyonê kiriye û hêvî dikin ku pêşniyazên me di çarçoveya qanûnî de werin bicîhanîn. Ev pêvajo hem ji bo aştiya civakî û hem jî ji bo avakirina welatekî demokratîk krîtîk e."   Hevseroka Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê re (TUAY-DER) Adalet Kuranê diyar kir ku her gaveke derengmayî di pêvajoyê de rageşiya civakî zêde dike û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan. Adalet Kûranê got: "Her gaveke çareseriyê rê li ber hevgirtina civakî vedike. Lêbelê, her gaveke derengmayî trawma û pevçûnên civakî girantir dike. Binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan berdewam dikin; divê girtiyên nexweş û yên din di pêvajoyê de cih bigirin. Pêvajoya aştiyê divê her kesî bigire nav xwe. Ma armanca komîsyonê ne ew e ku bi hemü beşên civakê re bicive? Ji ber vê yekê, divê ji bo rakirina pirsgirêkan înîsiyatîf werin girtin. Muxatabê pirsgirêkê birêz Abdullah Ocalan e û divê hevdîtin pê re bê kirin."    MA / Abdulkadîr Ayten