Girtiyê nexwest destkelemçekirî bê tedawîkirin hate derbkirin 2025-10-17 12:01:58   ENQERE - Çetîn Tutkun ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Karatepe ya Tekîrdagê tê ragirtin, bi sedema ku di dema tedawiyê de nexwest destên wî bên kelemçekirin, ji hêla cendirmeyan ve hate derbkirin.    Çetîn Tutkun ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Karatepe ya Tekîrdagê tê ragirtin, di 6’ê Cotmehê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê hate kirin. Di dema tedawiyê de li Tutkun hate ferzkirin ku destên wî bên kelemçekirin. Tutkun ku li dijî vê sepanê derket, ji hêla cendirmeyan ve hate derbkirin. Piştî Tutkun li dijî vê zextê derketî, ji bijîşk destûra nivîskî hate xwestin. Bi berteka bijîşk re cendirmeyan kelemçe derxistin. Lêbelê dema Tutkun birin daşirê, dîsa destên wî hatin kelemçekirin. Tutkun, dema anîn odeya bijîşk ji cendirmeyan xwest ku kelemçe bên derxistin. Li ser vê yekê cendirmeyan gefa “Dema em vegeriyan girtîgehê tu dê bibînî dê çi bi serê tê bînin” xwarin.    Tutkun bertek nîşanî van gefan da û cendirmeyan Tutkun li hundirê nexweşxaneyê derb kir. Piştî ku cendirmeyekî kamerayên nexweşxaneyê nîşan da, Tutkun ê hatî derbkirin xistin wesayîta rîngê.    DI BEDENA WÎ DE BIRÎN HENE   Ersan Nazîler ku anîbûn heman nexweşxaneyê, bertek nîşan da û li ser vê yekê ambulans hat cihê rîngê û Tutkun rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Di muayeneyê de hate gotin ku birînên ji ber derbkirinê çêbûn, bi mudaxileya tibbî ya sivik nayên dermankirin. Hat zanîn ku cendirmeyan nehiştine Tutkun ê ji serê xwe birîndar bûyî têkildarî travmaya serî were muayenekirin. Tutkun ê ku dema vegeriyayî girtîgehê ferq kir ku ji serê wî xwîn tê, dîsa rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku di serê Tutkun de birîneke biqasî 5 santîmetreyan vebûye.    Tutkun, piştî tedawiyê xwest sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) were kirin. Lêbelê 4 rojan piştre hate sewqkirin.    DI ROJEVA MECLISÊ DE YE   Wekîla DEM Partiyê û endama Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) Newroz Uysal Aslan, têkildarî derb û îşkenceya hatiye kirin serî li ÎHÎK’ê da. Her wiha bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne pêşnûmepirs da Meclisê.    Di serlêdanê de hat xwestin ku bûyer ji her alî ve were ronîkirin, qeydên kamerayan bên parastin, der heqê cendirmeyên berpirsyar de lêpirsîn were destpêkirin û muayeneya bêyî kelemçeyê li hemû girtîgehan bikeve meriyetê.