Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike 2025-10-23 09:05:24   DÊRSIM - Şanoger Alîşan Onlu bi çîrokên Kirmancan ku wan dike şano, zimanê xwe yê dayikê Kirmanckî, bi ruh û can dike.    Şanoger Alîşan Onlu, li Dêrsimê bi çîrokên Kirmanckî ku wekî şano nîşan dide, zaravayê Kirmanckî bi ruh û can dike. Piştî ku Şanoya Seyr-i Mesel ku bi zaravayên kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî şano pêşkêş dikir, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, Onlu dest bi pêşkêşkirina şanoya yekkesî kir. Onlu got: "Di rêziknameya me de şanoya Kurdî hebû, ji ber vê yekê saziya me hat qedexekirin. Em hemû belav bûn û ez bi tenê mam. Lê min dest ji zimanê xwe, şanoya xwe berneda. Wê demê, ez lê fikirîm ku ka ez dikarim bi zimanê xwe yê dayikê çi bikim, min ev yek kişf kir."    Onlu ku diyar kir wî ji bo ku bigihêje zarokan û wan teşwîq bike ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin serî li şanoya kûklayî daye, got: "Zarokên me êdî bi zimanê xwe yê dayikê naaxivin. Lêbelê, heke zimanek neyê axaftin, ew winda dibe. Kurdî li Tirkiyeyê wekî zimanê perwerdehiyê nayê qebûlkirin. Min xwest bi van lîstikan bigihêjim zarokan û zimanê me li ser dikê bi ruh û can bikim."    Onlu anî ziman ku ew ne tenê skêç, di heman demê de şanoyên ku rabirdûyê û vegotinên mîtolojîk nîşan didin jî dinivîse û got ku gelek dikare bi zimanê xwe hebe. Onlu bi bîr xist ku Kirmanckî di lîsteya zimanên di bin xetereyê de ya UNESCO'yê de ye. Onlu destnîşan kir ku divê her kes hesas be û bi zimanê xwe biaxive da ku zimanê wan yê dayikê winda nebe. Onlu got: "Dibe ku nifşê min nifşê dawîn be ku bi vî zimanî diaxive. Ez bi kurê xwe re bi Kirmanckî diaxivim û ew bi tirkî bersiv dide. Ziman êdî wekî berê nayê axaftin. Karê me pir dijwar e, lê em tenê ji ber ku dijwar e paşve gav navêjin. Em ji bo ku zimanê me yê dayikê winda nebe têdikoşin. Em ê çi ji destê me tê bikin. Ez vê yekê bi hunerê dikim. Şano rasterast ziman dide fêrkirin. Ji ber vê yekê lîstikên Kirmanckî divê bêtir werin pêşandan."   MA / Şîrvan Şîlan Çîl