Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê 2025-10-23 09:13:04   ŞIRNEX - Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku bandorên neavakirina hikûmetê li Herêma Federe ya Kurdistanê xwe li her qadê didin der û gotin ku Tirkiye li herêmê ji bo şer amadekariyên cidî dike.    Di ser hilbijartinên parlementoyê yên ku di 20'ê Cotmeha 2024'an de li Herêma Kurdistana Federe çêbûn, zêdetirî salek derbas bû. Lê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Li gorî encaman, PDK'ê 39 kursî, YNK'ê 23 û Tevgera Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xistin. Li gorî van encaman, tu partiyek ji bo avakirina hikûmetekê bi tena serê xwe hejmara pêwîst a kursiyan bi dest nexistiye. Ji bo avakirina hikûmeteke nû, divê PDK bi partiyeke din re koalîsyonê çêbike. Tevî gelek hevdîtinên di navbera PDK'ê ku weki partiya yekemîn hat hilbijartin û YNK'ê de ku di hilbijartinan de wekî partiya duyem hat hilbijartin, lihevkirinek çênebûye.   Her çiqas neavakirina hikûmetê bandorê li tevahiya civakê dike jî, YNK û PDK ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê yên ku dê di 11'ê Mijdarê de bên lidarxistin, daketine qadê. Serokê YNK'ê Bafil Talabanî di mitînga destpêkirina namzetên partiya xwe de li Silêmaniyê di 18'ê Cotmehê de axivî û helwesta xwe ya li ser neavakirina hikûmetê domand û got: "Çima hikûmet nayê avakirin? Ji ber ku em ê rê nedin ku li Kurdistanê tu hikûmeteke ku şaşiyên xwe bidomîne û xizmeta we neke bê avakirin."    Li gel van geşedanan, agahiyên ku Tirkiye amadekariyên berfireh ji bo şer li Herêma Kurdistanê dike jî berbelav dibin. Ji bo vê armancê rêyên nû û qereqolên leşkerî tên çêkirin. Pêşnûmeqanûnek ji bo dirêjkirina hebûna leşkeran li Iraq û Sûriyeyê ji bo sê salên din, di 21'ê Cotmehê de li parlamentoyê bi dengên AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê hat pejirandin.   Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Ramana Demokratîk a Herêma Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî, li ser neavakirina hikûmetê, hilbijartinên parlementoya Iraqê yên dê di nêz de bên lidarxistin û amadekariyên Tirkiyeyê ji bo şer nirxandin.   ‘HIKÛMETEKE DE FACTO HEYE'   Kamûran Berwarî diyar kir ku li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, neavakirina hikûmetê sûc e û got: "Li gorî qanûnên Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê, divê parlamenter piştî hilbijartinê bi 40 rojî werin diyarkirin û dest bi erkên xwe bikin. Divê piştî 40 rojan hikûmet were avakirin û were ragihandin. Divê wezîr û serokwezîr ji hêla hikûmeta nû ve werin destnîşankirin. Li gorî qanûna Iraqê, heke hikûmet neyê avakirin, divê hilbijartinên nû werin lidarxistin. Li gorî qanûna Iraqê, hikûmeta Kurdistanê niha de facto ye û tu derbasdariya wê tune. Niha li Kurdistanê parlamento tune. Ji ber nakokiyên di navbera YNK û PDK'ê de hikûmet nehatiye avakirin. Ji sala 1994'an vir ve di navbera her du partiyan de nakokî hene. Pirsgirêkên di navbera her du partiyan de roj bi roj mezin dibin. Sedema neavakirina hikûmetê xwesteka YNK'ê ye ku dixwaze di hikûmeta nû de xwedî gotin be. YNK, naxwaze tenê endameke sembolîk be. Ew dixwaze mîna PDK'ê di organên biryardan û rêveberiyê de xwedî gotin be. Lê PDK xwe nêzî vê yekê nake."   ‘BANDORÊ LI TEVAHIYA CIVAKÊ DIKE'   Berwarî destnîşan kir ku neavakirina hikûmetê di salekê de bandor li hemû beşên civakê kiriye û got: "Bandor li her derê diyar in. Bandora wê li her derê tê dîtin, bi taybetî di warên aborî, perwerdehî, derûnî û leşkerî de. Niha hikûmeteke qanûnî tune ye, ev jî parlamentoyê bêfonksiyon dike. Hemû kiryarên ku li ser navê hikûmetê tên kirin niha neqanûnî ne. Salek e mekanîzmayeke ji bo şopandina hikûmetê tune ye. Karmend bi mehan e mûçeyên xwe wernagirin, lê dîsa jî kes dengê xwe dernaxe. Meha 10'an derbas bû, lê mûçeyên meha 7'an hîn jî nehatine dayîn. Kurdistan niha di qonaxeke krîtîk a aborî de ye. Rewşa welatiyên wê xirab e. Di her alî de hilweşîn heye. Ev bêîstîqrarî polîtîkayeke bi zanebûn a hikûmetê ye. Yek ji sedemên ku hikûmet nehatiye avakirin ew e ku dixwaze çavkaniyên gel bi awayekî neqanûnî desteser bike."    ‘23 SAL IN ÇARESERÎ NEDÎTINE'   Berwarî bi bîr xist ku YNK û PDK yên ku nikarin hikûmetekê ava bikin, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên ku dê di 11'ê Mijdarê de bên lidarxistin, daketine qadan û got: "Di her demsala hilbijartinê de senaryoyên nû tên nivîsandin. Gel bi bikaranîna zarokên axa, şêx û began tên xapandin. Ji çûna Seddam ve, gelek soz li ser navê gel hatine dayîn, lê heta niha yek jî nehatiye bicihanîn. Ji bilî çend kesan ku çûne Bexdayê, yên mayî berjewendiyên xwe diparêzin. Berevajî vê, pêşmerge, gerîla û yên ku bi ruhê xwe yê şervan ji bo mafên Kurdan li Bexdayê têdikoşin hene. Partiyên ku niha ji bo hilbijartinan li qadê ne û propagandayê dikin, divê gelê Başûr nexapînin. Gelê Başûr wê şaşiyên ku di demên berê de kirine dubare nekin. Niha li Başûrê Kurdistanê desthilatdarî hêz dibe. Sînor hêdî hêdî ji wan tên standin. Gumrik û bazar yek bi yek tên standin. Niha nasname û pasaport di destê hikûmeta Bexdayê de ne. Sînorên Başûrê Kurdistanê nehatine destnîşankirin. Partiyên siyasî yên heyî van pirsgirêkan çareser nekirine, di 23 salên borî de."    ‘KESÊN BÊDENG ŞIRÎK IN'   Kamûran Berwarî destnîşan kir ku partiyên siyasî yên ku li Başûr balê dikişînin ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li ser sûcên şer ên li "Herêmên Parastina Medyayê" qewimîn bêdeng mane. Berwarî got: "Heta ku leşkerên Tirkiyeyê li Başûr bin, heta ku qereqol bên çêkirin, heta ku serwîsên îstîxbaratê yên wê li her derê bin, dê ne rast be ku mirov behsa tu otorîteyekê bike. Niha, daristanên Başûrê Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê ve tên wêrankirin. Ev talanek li dijî mirovahiyê, exlaqê, wijdanê û olê ye. Ne tenê Tirkiye sûcdarê vê yekê ye; hikûmeta Başûr bêdeng dimîne. Her kesê ku li Başûr bêdeng dimîne şirîkê vî sûcî ye. Divê her kes li hember vê talankirinê bertek nîşan bide. Hikûmeta Başûr li hember birîna van daran ku temenê wan bi sedan salan e, xwe li ker û lalîtiyê datîne."    ‘NE ŞER, DIVÊ RÊYA AŞTIYÊ BÊ HILBIJARTIN'   Berwarî destnîşan kir ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe amadekariyên şerekî nû û berfireh dike û got: "Amadekariyên şer ên mezin hene. Ji Libnanê heta Sûriyeyê, ji Iraqê heta Îranê, armanc dikin ku Tevgera Azadiya Kurd li her derê tasfiye bikin. Ligel van amadekariyên şer, hevdîtinên aştiyê jî hene. Ger Tirkiye şer hilbijêre, ev yek dê ne di berjewendiya tu kesî de be. Di şûna wê de, li şûna israrkirina li ser şer, divê biçin Îmraliyê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan demildest danûstandinên demokratîk bidin destpêkirin. 40 salên şer û pevçûnê ziyanên mezin dane gelê Tirkiyeyê. Zêdetirî 2 trîlyon dolar ji bo şerê li dijî Kurdan hatiye xerckirin. Ger ev pere ji bo gelê Tirkiyeyê bihata veqetandin, îro Tirkiye dê di rewşeke pir cuda de bûya. Em hêvî dikin ku hikûmeta Başûr bi tevahî piştgiriyê bide aştiyê. Divê partiyên siyasî yên li Kurdistanê li şûna şerê hev, hewl bidin ku leşkerên biyanî ji Kurdistanê derxînin. Divê dest ji dîwarê şermê yê ku di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûr de tê çêkirin bê berdan."    MA / Emrullah Acar