Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê 2025-10-24 09:20:03 STENBOL- DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP dê di 25'ê Cotmehê de li Stenbolê bi dirûşma "Ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê em bi hev re têbikoşin" mitîngekê li dar bixin. Nûnerên partiyên siyasî her kes vexwendin mitînga ji bo aştî, demokrasî, laîkbûn, mafê jiyanê û mûçeyeke mirov bikare pê debara xwe bike.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) dê di 25'ê Cotmehê de saet di 15:00'an de li Qada Esenyûrtê bi dirûşma "Ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê têbikoşina bihevre" mitîngekê li dar bixin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê beşdarî mitîngê bibe. Her wiha dê hunermend Xêro Abbas û Kome Vejîn jî di mitîngê de derkevin ser dikê.    Nûnerê EMEP'ê yê Stenbolê Levent Gokçek destnîşan kir ku polîtîkayên navxweyî û derveyî yên desthilatê û bernameya aborî bûne sedema xizaniyeke cidî û got: "Bernameyeke navîn ku sê salên pêş de vedihewîne hatiye rojanekirin. Ev bername li ser veguherandina welêt ji bo hêzeke kar a bi tevahî erzan û tepeserkirina mûçeyan ji bo berjewendiya sermayeya biyanî û navxweyî ye. Wekî din, nakokî û pevçûnên di navbera emperyalîstan de li herêma me, nemaze li Rojhilata Navînê, kûrtir dibin û em bi şerên herêmî re rû bi rû ne. Wekî ku di serdana wî ya dawî ya Amerîkayê de derket holê, Erdogan polîtîkayên bêtir teslîmkar û bêtir hevkar bi emperyalîzma Amerîkayê re dimeşîne. Ji nû ve dabeşkirin û ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navînê, li gorî berjewendiyên emperyalîzma Amerîkayê û bikaranîna Siyonîzma Îsraîlê di rojevê de ye. Ji bo gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ev tê wateya hîn bêtir polîtîkayên şer, xwînrijandin, hêsir û xizanî. Di vê navberê de, tevgera Bahçelî ya di 1'ê Cotmeha sala borî de mijara çareseriya pirsgirêka Kurd anî rojevê. Salek derbas bû û desthilata yekzilamî ji bo çareserkirina daxwazên lezgîn ên gelê Kurd tu gavên berbiçav neavêtiye."   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Gokçek destnîşan kir ku yek ji sedemên ku ew ji bo têkoşîneke hevpar li hev civiyane, berfirehkirina têkoşîna ji bo çareseriyeke demokratîk, aştiyane û wekhev a pirsgirêka Kurd e û got: "Li welatê me gelek dînamîk û potansiyelên têkoşînê hene. Em dikarin behsa tevgereke kolektîf bikin ku di cihokên cuda de diherike lê hîn derfeta wê tune ku di heman çemî de bicive. Tevgera jinan bi rastî jî yek ji beşên herî berxwedêr û têkoşer ên welêt e. Bi pêvajoya 19'ê Adarê re, em dibînin ku tevgera ciwanan li zanîngeh, meydan û kolanan seferber dibe. Gelê Kurd bi salan e ji bo daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk têdikoşe. Di vê navberê de, têkoşîna karker û kedkaran li seranserê welêt berdewam dike. Banga me, niyeta me û armanca me ew e ku em bi hev re bin û tevgereke gel a bi pêşengiya çîna karkeran li dijî rejîma qesrê birêxistin bikin. Ji ber vê yekê em bi hev re ne."    Gokçek anî ziman ku pêwîst e hemû dînamîkên têkoşînê bibin yek û diyar kir ku hevdîtina bê dê bibe gavek ber bi vê armancê ve.    Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk anî ziman ku pergala ku ew li dijî wê têdikoşin xwedî pêkanînên zordar û dijdemokratîk e û got: "Em di serdemeke wiha de ne ku demokrasî bi her awayî tê paşguhkirin. Her çend mafên me yên siyasî ji aliyekî ve tên desteserkirin jî, em di warê aborî de jî di rewşeke nebaş de ne. Em dizanin ku mûçeya herî kêm jî di bin sînorê xizaniyê de ye. Ger em bi hêzeke mezin a zordar re rû bi rû ne, divê em jî hêzeke mezin ava bikin. Ji ber vê yekê, divê em tifaqeke wisa ava bikin; divê em bi hemû girseyên ku demokrasî, aştî, azadiya jinan, laîkbûnê, bilindkirina mûçeyan û kar dixwazin û hemû hêzên civakî yên ku ji bo vê yekê têdikoşin re bibin yek. Ez bawer dikim ku girîng e ku hevdîtineke giştî pêk bê. Ji ber ku divê em planeke çareseriyê pêşkêş bikin û ez bawer dikim ku divê em vê yekê bi çalakîbûnê bikin."   BANGAWAZÎ   Ozturk destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka herî mezin a welêt e û ew dixwazin vê pêvajoyê li ser esasê wekheviya gelan pêş bixin. Ozturk bilêv kir ku mitînga ku ew ê li dar bixin mitîngeke pir girîng e û bang li her kesî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welêt beşdarî mitîngê bibin.    Berdevka Demê ya TOP'ê Jûlîana Gozenê jî diyar kir ku desthilatas siyasî faşîzmê bi sazûman dike û bal kişand ser pirsgirêkên li welêt çêbûne. Jûlîana Gozenê anî ziman ku ew ê tevî kedkar, ciwan û jinan roja Şemiyê li Esneyûrtê bin û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku em li dijî vê pergala faşîst alternatîfa xwe bifiarînin û daxwazên gelê xwe biqîrin."    MA / Yeşîm Tukel