Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin 2025-10-26 09:08:27 QENDÎL - Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku bi erêkirina Abdullah Ocalan ew hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan.” Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA Star) vedikişînin “Qadên Parastinê yên Medyayê”. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dersim ku ji Bakurê Kurdistanê hate Herêmên Parastinê yên Medyayê, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu û 25 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di çarçoveya biryarê de xwe vekişandin jî tev li daxuyaniyê bûn.   Tirkiya daxuyaniyê ji hêla endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, ya bi Kurdî jî Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dersim ve hate xwendin.   BIRYARÊN KONGREYÊ HATIN BIBÎRXISTIN   Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:   “Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ên tên jiyîn, ji ber ku bi awayekî pir cidî li ser pêşeroja Kurdan û Tirkiyê tehdit dikir; pêvajoya ku par bi daxuyaniyên Serokkomar, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” re bû xwediyê nasnameyekê, di qonaxeke pir girîng û krîtîk de derbas dibe.     Di nav 8 mehên borî de weke aliyê Kurd me, li ser bingehê banga Aştî û Civaka Demokratîk gavên mezin ên qasî dîrokî girîng in avêt. Ji bo dorhêleke aram û rehet ya nîqaşê bê avakirin, hema piştî bangê di roja 1’ê Adarê de me agirbest îlan kir. Li ser bingehê bi rêbazên guncav ên arastekirina Rêber Abdullah Ocalan, di nav dîroka 5-7’ê Gulanê de me Kongreya 12’emîn a PKK’ê kom kir, me biryarên hebûna rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî girt û li van biryaran me ev yek zêde kir; evana encax rastûrast bi birêvebirina Rêber Abdullah Ocalan dikare pratîze bibe. Piştî du mehan roja 11’ê Tîrmehê jî, li ser bingehê banga bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan, di rêveberiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat de Grûba Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, ji bo biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî bi merasîmekê ku çekên xwe şewitandin, di pratîkê de helwesta me ya bi biryar û net nîşan da.     Di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê de ev gavên dîrokî yên aliyê Kurd avêtine, bi kûranî bandor li ser dorhêla siyasî û civakî ya Tirkiyê kir, li ser bingehê aştî û demokratîkbûnê ruh û îradeyeke nû derxist holê. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, ev helwesta bi wêrek û fedekar a Kurdan li nava Tirkiyê û derveyî wê di plana giştî de timî bi ecibandinê hat pêşwazîkirin.    EM DEST BI VEKIŞANDINA HÊZÊN XWE DIKIN   Rexmî hemû nêzîkatiyên nebes yên tên jiyîn Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo talûkeyên her ku diçe li ser Tirkiye û Kurdan giran dibe berteref bike û ji bo hîmê pêşerojeke bi sedan salan a jiyana azad, demokratîk, xûşk û biratiyê dayne, bi armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîne qonaxeke duyemîn hewl dide gavên pratîk ên nû yên pêşîlêveker bavêje. Li ser vî esasî, li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn ku plan kiriye, em hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan jî em pêk tînin. Beşek ji grûbên gihîştine Qadên Parastina Medyayê vê gavê li vê derê ne û bi xwe beşdarî vê daxuyaniyê dibin. Her weha li qadên sînor jî li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û mewziyên ku ew ê rê li ber provokasyonên muhtemel veke jî tedbîrên sererastkirinê yên weke vê tên girtin.    Bêguman ev gavên ku em davêjin asta wê ya bandorê ew ê pratîk nîşan bide. Encax ev gavên pratîkî yên em davêjin jî di pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê de careke din helwesta me ya bi biryar û net nîşan dide.    DIVÊ QANÛNÊN ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK DERKEVIN    Pir eşkere ye ku em girêdayî biryarên Kongreya 12’emîn in û di pêkanîna wê de em bi biryar in. Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan. Di vê çarçoveyê de Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKK’ê divê esas bê girtin, ji bo beşdarî siyaseta demokratîk bibe qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê yên pêwîst bêyî ku bi derengî nekeve derkevin.     DIVÊ HER KES DI ATA SEFERBERIYÊ DE TÊBIKOŞE   Weke dawîn banga me, di serî de ji bo jin û ciwanan ji bo hemû gelên me ye. Pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, pêvajo ew pêvajo ye ku bi têkoşîna rêxistinkirî avakirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk e. Wê wextê her kesên ku xwe di nava vê jiyanê de dibînin, ji bo serketina ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ di asta seferberiyê de divê têbikoşin.    Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez ew ê bigihîje serkeftinê!   26’ê Cotmeha 2025’an   Rêveberiya Tevgerê”   MA / Azad Altay