Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin 2025-10-26 12:09:23 QENDÎL - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, got: “Bi hewldanên pir mezin ên Rêber Apo re em niha di qonaxeke pir girîng de ne. Dikare hinek yasayên teaybet û sererastkirinên tenê ji bo vê mexsûs bên derxistin.”    Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo vekirina pêşiya qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, îro bi daxuyaniyeke dîrokî gaveke nû avêt. Rêveberiyê, piştî daxuyaniyê jî pirsên rojnamegeran bersivand. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bersiva pirsan da.    Ok, pirsa Ajansa Mezopotamyayê ya têkildarî yasayên veguhêz bersivand û got: “Ji bo pêvajo li gorî daxwaz û bendewariya gelên me pêş bikeve, ev pêvajo bi gavên girîng gihşt roja me. Tam jî di vê pêvajoyê de hewcehî pê heye ku hinek xebatên hiqûqî jî bên kirin. Li hemberî tiştên heta niha tevgera me kiriye, hewceye bibîne ku di qada hiqûqî de hin tişt hatine kirin. An jî hinek gavên hiqûqî, pêvajoya veguhêz e. Hêj pêvajoyeke, ne pêvajoyeke qediyayî ye. Her ku gav tên avêtin jî dê pêş bikeve. Em dixwazin ku hinek yasayên taybet ên bi taybet ji bo PKK’ê an jî bi taybet ji bo pêvajoyê bên kirin. Ev ne efû ye, têkoşîna 50 salan heta roja me hat. Bi hewdlanên pir mezin ên Rêber Apo re em îro gihiştine qonaxeke pir girîng. Dikare hinek yasa û sererastkirinên taybet ên tenê mexsûsê vê rewşê bên çêkirin. Taybet û resen bin. Ev gavên pir girîng ku hem raya giştî ya me û her kes li bendê û mereq dike dê li ku çi bi xwe re bîne, dê rê li ber kîjan geşedanan veke, pirsîna van pirsan tiştekî xwezayî ye. Û bendewariya wan jî di cih de ye. Hêvîdarin ku berpirsyar, rayedar û dewleta Tirk jî li ser bifikire û berpirsyartiyên xwe bicih bînin.”    ‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO’    Nûçegihanê Channel 8’ê jî pirsa “Bendewariyên we yên ji Tirkiyeyê tam çi ye?” kir û Ok wiha bersiv da: “Di dîroka berxwedanê ya gelan de tu mînakeke mîna pirsgirêka Kurd tune ye. Rêberê gelekî, hêzekê, tevgerekê di şertên zindanê de ye û lê dîsa jî ji bo aştî û çareseriyê hewl dide. Mînaka vê tune ye. Divê ev kes vê pêvajoyê di şertên azad de birêve bibe. Hewceye raste rast azad bibe. Rêber Apo, hêj ji hêla fîzîkî ve azad nebûye. Tevî vê jî berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih tîne. Weke ku di raya giştî de jî pir li ser tê nîqaşkirin, hewceye Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”    ‘HEWCEYE KOMÎSYONA MECLISÊ BI RÊBER APO RE HEVDÎTINÊ BIKE’     Sabrî Ok, pirsa têkildarî xebatên Komîsyona Meclisê jî wiha bersivand: “Gaveke girîng e, mihûm e. Komîsyon ji gelek partiyan pêk tê. Yekser nav lê hate kirin û bi wate jî bû. Em jî girîng dibînin. Em xebatên wê yên heta niha neyînî nanirxînin lê baş bi rola xwe jî ranebû. Ew jî çi ye, ji bilî tevgera me li gelek tevger, avadanî, rêxistinên civaka sivîl, civakê hate guhdarîkirin. Hewceye Komîsyona Meclisê demildest biçe cem Rêber Apo, lê guhdarî bike. Ya esasî ev e. Yê ku pêvajo daye destpêkirin û birêve dibe Rêber Apo ye. Lewma hewceye demildest lê were guhdarîkirin. Bendewariya me ew e ku her kes rola xwe bicih bîne.”    Ok, wiha domand: “Dewleta Tirk car bi car daxuyaniyan dide. Ev têkoşînek e, di daxuyaniya me de jî heye. Em ne li bendê ne ku her tiştekî ew bikin. Hewcehî bi têkoşînê heye û divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Em wisa difikirin ku bandora wê ya erênî dê hebe.”     Ji bo pirsa nûçegihanê El Arabiayê ya “Heke Enqere pêwîstiyên vê daxuyaniya we bicih neyîne dê çi bibe?” jî Ok wiha bersivand: “Em erênî bifkirin, bendewariya me ya ji pêvajoyê ew e ku her kes li hemberî vê gava me ya dîrokî berpirsyyartiya xwe bicih bîne.”    ‘RÊBER APO PÊŞNIYAR DIKE KU EM BI PARADÎGMAYA NÛ SIYASETÊ BIKIN’     Routersê jî j Ok pirsî ka bendewariya wan a piştî vê gava dîrokî ya ji vekişîna dewleta Tirk a ji xaka başûrê Kurdistanê çi ye. Sabrî Ok, wiha bersivand: “Piştî şerê 50 salan, rewşa dîrokî, civaknasî û dinyayê, bi esasgirtina Kurdistanê jî, Rêber Apo pêşniyar dike ku siyaset li gorî paradîgmaya nû were kirin. Em jî têkoşîna xwe li ser vî esasî didomînin. Bendewariya me ew e ku rayedarên têkildarî berpirsyartiya xwe bicih bînin. Heke vê berpirsyartiya xwe bicih bînin, ev yek dê bandora xwe li Başûr û Rojhilata Navîn jî bike. Em biisrar in, bila her kes û dewleta Tirkiyeyê jî berpirsyartiya xwe bicih bîne.”    Sabrî Ok, herî dawî pirsa AFP’ê ya “heke bersiva vê gavê neyê dayin” kir û Sabrî Ok jî wiha bersivand: “Em naxwazin tiştekî wiha teserûf bikin. Di şertên zindanê yên Rêber Apo d mimkûn nîne ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Hewceye Rêber Apo di şertên azad de bijî û xwedî şertên xebatên yên azad be. Hewceye ji hêla fîzîkî ve azad be.”    MA / Azad Altay